Berhema paradîgmaya Rêber APO ye

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 02:55

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. KCK'ê daxuyand ku şoreşa xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan. KCK'ê bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşê derkevin û bi tundî bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Ev pêngava dîrokî di demeke kin de veguherî Şoreşa Rojava û piştre jî bi pêşketina pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi encam bû. Em vê pêşketina dîrokî di serî de li gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelên Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn, gelên bindest ên cîhanê, jin, ciwan û hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz pîroz dikin. Em cangoriyên ku di pêşketin û parastina şoreşê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, di şexsê şehîdên Şoreşa Rojava de bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê ditewînin. Dema behsa Şoreşa Rojava tê kirin pêwîst e her tim enternasyonalîstên ku hevgirtina dîrokî ya herî mezin û herî watedar nîşan dane, bi bîr bînin. Di vê têkoşînê de gelek hevalên enternasyonalîst şehîd bûn. Weke gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn em bêsînor deyndarê wan in. Em hezkirin û hurmeta xwe ya bêdawî careke din ji wan re tînin ziman. Şoreşa Rojava li dijî mêtingerî, newekhevî, zilm û neheqiyê li ser mîrateya têkoşîna dîrokî ya azadiya bindestan pêşket. Di vî warî de koka xwe digihêje dîrokê. Ji ber xwe dispêre felsefe û paradîgmaya Rêber Apo, di dîroka şoreşê de rê li ber geşedanên nû vekir. Li ser vê yekê Şoreşa Rojava bûye pêşketina herî girîng û herî pêşketî ya sedsala 21’an. Ya ku Şoreşa Rojava pêkan û watedar dike ev taybetmendî ye.

Têkoşîna parastina şoreşê bidomînin

Helbet ev serkeftin bi têkoşîna gelan, hêzên şoreşger û hevgirtina navneteweyî pêk hat. Di serdemeke wiha de ku xetereyên fetisandina şoreşê her ku diçe zêde dibe de pir girîng e ku ev têkoşîn hîn zêdetir pêş bikeve. Bi vê boneyê em bang li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên şoreşger ên Rojava, Rojhilata Navîn û hêzên hevgirtinê yên navneteweyî yên cîhanê dikin ku têkoşîna parastina şoreşê bidomînin û geş bikin.

Bi diyalogê hewildana faşîzmê têk diçe

Dewleta Tirk û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku dev ji zîhniyeta xwe ya dagirker a qirker bernedaye, ji destpêkê heta îro ji bo Şoreşa Rojava têk bike êrîşî ser Şoreşa Rojava dike û ketiye nava her cure têkiliyên qirêj. Hemû çeteyên paşverû, faşîst bi taybetî DAÎŞ’ê bi rêxistin kir û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ji ber ku bi çeteyan re encamên ku dixwest bi dest nexist, bi xwe rasterast dest bi êrîşan kir û axa Rojava û Sûriyeyê dagir kir. Li cihên ku dagir kiriye rejîmeke wêrankerî û hovîtiyê ava kir, demografiyayê diguherîne û ev jî rê li ber derketina her cure kiryarên dermirovahî vekir. Bi zanebûn milyonan Sûriyeyî ber bi Tirkiyeyê ve kişand, ji bo şer kûr bibe çeteyan xwedî kir. Hewl da ku gelan bi hev bide şerkirin. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan bi hişmendiya paşverû û neo-osmanî rejîmek pir xeternak ava kir. Em pirsgirêkên li Sûriyeyê bi rêya diyalog û muzakereyê, bi awayekî demokratîk, wekhev bên çareserkirin girîng dibînin. Çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê bi vê feraset û rêbazê pêkan e. Em weke Tevgera Azadiyê vê yekê pir girîng dibînin û piştgiriyê didinê. Her kesê ku li paşeroja Sûriyê û gelê Sûriyê xwedî derdikeve, divê xwedî nêzîkatî û hewldaneke wiha be. Em bang dewleta Sûriyê û her kesên ku alîgirê çareseriya pirsgirêkan e dikin ku di çarçoveya yekbûna Sûriyeyê de pirgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ger ev yek pêk were, planên şefê faşîst Tayyîp Erdogan ên ji bo hilweşandina Sûriyeyê û şerkirina gelên Sûriyeyê li dijî hev, wê bi temamî pûç bibe.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.