Şoreş bû hêviya azadiyê

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 01:25

Fermandariya YPG’ê ji bo salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got,’’Şoreşa me îspat kir , îspat kir ku li hember îradeya gelekî berxwedêr tu hêzek çekdar û paşverû nikare bisekine. Ev şoreş bû hêviya azadiyê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelan li Rojhilata Navîn. ‘’

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel ji bo salvegera 12’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîsk da.

Şoreşa me bandorê li qadeke berfireh dike

Di daxuyaniya YPG’ê de şehîdên Şoreşa Rojava hatin bibîranîn û hate gotin,’’Şoreşa Rojava, ku di 19’ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir, îspat kir ku li hember îradeya gelekî berxwedêr tu hêzek çekdar û paşverû nikare bisekine. Ev şoreş bû hêviya azadiyê, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelan li Rojhilata Navîn. Şoreşa me îro li ser qadeke berfireh bandor dike. Ji avakirina civakeke wekhev û dadmend li Sûriyê bigire, heta guhertina paradîgmaya siyasî li Rojhilata Navîn, û heta pêşxistina modelên nû yên demokrasiyê li cîhanê. Vê tevgerê rê li ber modeleke nû ya rêveberiyê vekir ku li ser prensîbên demokrasiya rasterast, wekheviya zayendî û ekolojiyê hatiye avakirin. Di nav kaoseke herêmî de, Rojava bû mînakeke zindî ya hevjiyana aştiyane ya gelan û çandên cuda. Yek ji destkeftiyên herî girîng ên vê şoreşê, avakirina civakeke pirçandî û pirzimanî ye ku tê de Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Ermenî û hemû pêkhateyên din bi hev re dijîn. Di heman demê de, pêşketina jinê di civak û siyasetê de, ku yek ji stûnên sereke yên şoreşa me ye, bûye çavkaniya îlhamê ji bo tevahiya herêmê. Jinên Rojava, bi serkeftinên xwe yên di qada şer de û di avakirina civakê de, paradigmayên kevneşopî yên li ser rola jinê guhertin û bûn pêşengên guhertinên civakî li seranserê Rojhilata Navîn.’’

Şoreşa me serkeftin ispat kiriye

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate destnîşankirin şoreşê ispat kiriye ku dikare bi ser bikeve û hate gotin,’’Me îspat kir ku li Rojhilata Navîn, cihê ku gelek caran bi nakokî û pevçûnên etnîk tê nasîn, hevjiyana aştiyane ne tenê mimkun e, lê dikare bibe bingeha civakeke xurt û pêşketî. Herwiha şoreşa me îspat kir ku li hember hemû êrişên hundir û derve, îradeya berxwedanê a gelan dikare bi ser bikeve. Ji sala 2012an ve têkçûna komên çete wek El Nusra, DAÎŞ; ji sala 2016an ve têkçûna êrişên dewleta Tirk a dagirker îspata vê yekê ye. Îradeya bi hev re jiyana pêkhateyan û hêza parastina vê, ew êriş hemû pûç kirin.’’

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.