Vebijêrka me berxwedan e

Şemî 24 Çile 2026 - 03:40

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê yên li kêleka şervanên xwe sekinîne, parastina ax û hebûna xwe dikin û dibêjin: "Em li ser xaka xwe ne, berxwedan vebijêrka me ye."

Di çarçoveya êrişên li ser gelên herêmê, bi taybetî gelê Kurd, şêniyên bajarê Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê yên tev li seferberiya giştî bûn ku ax û hebûna xwe biparêzin diyar kirin ku ew ê bi axa xwe ve girêdayî bin û berxwedana xwe li kêleka hêzên xwe dewam bikin.

Fatme Mihemed teqez kir ku ev beşdarbûn di çarçoveya seferberiya giştî de tê ku ji bo parastina deverê hate ragihandin, Kurd îro li hemberî qirkirinekê ne, ji ber vê yekê ew tev li seferberiya giştî bûn ji bo berxwedana xwe berdewam bikin û li gel hêzên xwe bisekinin.

Fatme Mihemed diyar kir ku berxwedana hêzên wan moralên wan bilind dikin û ew tu carî di tu deverê de gav bi paş de neavêjin û cih û warên xwe bernadin, hikumeta demkî û dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) niha hemdestek in li hemberî Kurdan.

Ebdurehman Ereb diyar kir ku ew ê bimînin û berxwedana xwe bidomînin û ev peyam da: “Yan jîneke birûmet an jî mirina birûmet li ser axa xwe''. Abdelrehman teqez kir ku ew ê di tu şert û mercan de axa xwe bernedin. Her wiha hemû endamên civakê, ji ciwanan bigire heya mezinan, li dijî dijmin yekgirtî rawestiyan.

Sîham Mihemed Elî sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran xwest û teqez kir ku divê hêzên leşkerî bizanin ku gel li gel wan e û wan nahêle, divê hêzên wan serbilind bimînin, ji ber ku ew parastina ax û rûmetê dikin.

Bedriya Ehmed Xelîl diyar kir ku gel, bi hemû cihêrengiya xwe, bi helwesteke yekgirtî ji bo parastina ax û hebûna xwe tev li seferberiya giştî bûne, her kes, ji ciwan bigire heta mezinan, li dijî êrişan yekgirtî radiweste û amade ye ku bi hemû rêbazên berdest xaka xwe biparêze.

ANHA/HESEKÊ/CAN ILÊWÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.