Rûyê veşartî yê malbata Barzaniyan: Destdirêjî û qetilkirina jinan!
Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 03:05
- Biqasî ku mirov dikeve zanebûna dagirkeriya li Kurdistanê, heroj hîn bêhtir dibine şahidê pêkanînên nû yên PDK. Di nava PDK’ê de, bi taybetî di nava malbata Barzanî de, yek ji rûyê wan ê nayê dîtin, qetilkirin û destdirêjiya li ser jinan e.
Yek ji mînaka balkêş a siyaseta PDK’ê ya li Kurdistanê, dîzaynkirina xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji ser bedena jinê ye. Şikandina refleksên wan û pêkanîna hevkarî û nokeriya bi dijmin re, yek ji rêyên bingehîn e. Barzaniyan jin bo eşîretên di nava xwe de dihewîne, di demên pêş de pirsgirêkan dernexin, gelek rê ceribandine. Yek ji armancên sereke, malbatên ku li dijî polîtîkayên PDK’ê radiwestin an jî tevlîbûna Barzaniyan red dikin, bi ‘Çanda Destavêtinê’ teslîm girtin e. Yek ji encamên ku nesleke dagirkeriya dewleta Tirk weke ‘Sendroma Stockholmê’ fam dikin mezin dibe, encama vê siyasetê ye. Navê Barzanî û PDK’ê ku ji ser van tiştan ‘dewleteke xanedan’ ava kirine; di gelek bûyerên destavêtin, kuştina jinan, revandin û kuştinên kiryarên wan nediyar de derbas dibe. Ev bûyer hemû di encama siyaseteke sîstematîk de tê pêşxistin. Navê hin jinên ku hatine kuştin û destavêtine wan diyar bûye. Hin ji van bûyeran di dadgehên başûrê Kurdistanê de, hin ji wan jî li dadgehên navneteweyî bi taybetî DYE’yê de hatine lêpirsîn kirin.
NÎHAT BARZANÎ
Sarya Mîrza Reşo: Di sala 1980’an de yek ji kurên Mele Mistefa Barzanî, Nîhat Barzanî li navçeya Mêrgesorê destavête vê jinê. Reşo piştre bi fermana Nîhat Barzanî hate qetil kirin.
Mîna: Mînaya ku paşnavê wê nehate zanîn, di sala 1991’an de ji aliyê Nîhat Barzanî ve rû bi rûyê destavêtinê bû. Bavê Mîna yek ji wan kesan e ku di Enfalê de jiyana xwe jidest da. Barzanî ji bo ev bûyer neyê bîhîstin, gef li malbatê xwar û got:’’Ger hûn vê meseleyê çareser nekin, kesên ji malbatê mane, ez ê Enfaleke din li ser wan pêk bînim.’’ Di encama gefan de, bi malbata wê, Mîna da qetil kirin.
Çixzî Bêrsiyavî: Malbata wê di salên 1990’an de, weke parêzvan çû mala Nîhat Barzanî ya li Serêreş. Bêrsiyavî li vir rû bi rûyê destavêtinê bû û hate qetil kirin. Bavê Bêrsiyavî weke hevalê herî nêz ê Mele Mistefa dihate zanîn. Nîhat Barzanî, ferdên din ên malbatê ku dixwestin hesab bipirsin, bi pîlanekî qetil kir. Bûyer weke şideta di nava malbatê de hate nîşandan.
Fayîde Mizûrî: Yek ji biraziyên Hisên Mizûrî ye ku 30 sal in ji ewlekariya taybet a Mesûd Barzanî berpirs e. Fayîdeya 17 salî ku ji aliyê Nîhat Barzanî di sala 2013’an de hate revandin û rû bi rûyê destdirêjiyê bû, ji malbata wê re hate gotin, xwe kuştiye. Hisên Mizûrî ku li beramberî pereyekî zêde bêdeng bû, di nava PDK’ê de erka wî hate zêde kirin. Nîhat Barzanî ku di nava PDK’ê de weke kesekî pereyên reş spî dike tê zanîn, di serî de Elmanya, li gelek deverên derveyî welat, bi milkên xwe yên bi gendeliyê bidestxistine, tê nasîn.
NÊÇÎRVAN BARZANÎ
Hêlîn Elwan Sawa: Sawaya 17 salî ku ji malbateke mesîhî bû, li gel malbata xwe, di sala 1996’an de li gel endamê polîtbûroya PDK’ê Îzedîn Berwarî dest bi kar kir. Cenazeyê Sawa ku li vir bi dehan caran rû bi rûyê destdirêjiyê bû, li nêzî bendava Dohukê hate dîtin. Derbarê vê bûyera ku çû guhê Mesûd Barzanî jî, bi fermana wî bi pêşengiya Muhsin Dizeyî, komîsyoneke lêkolînê hate ava kirin. Berwarî bûyer ji komîsyonê re piştrast kir û got: Nêçîrvan Barzanî destdirêjî li Sawayî kiriye. Piştî ku Mesûd Barzanî bîhîst kirdar Nêçîrvan Barzanî ye, ser bûyerî girt. Berwariyê ku wê demê di asta jêr de bû, bû endamê Polîtbûroya PDK’ê.
MESRÛR BARZANÎ
Cîhan Taha: Taha ku kiryarên PDK’ê yên li Başûr rexne dikin, di 26’ê Cotmeha 2023’an de bi guman, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe jideset da. Taha beriya bûyerê bi çend saetan ji ser medya dijîtal gotibû:’’Rêya min derdikeve ser rêya mirinê, mirin bang li min dike.’’ Derket holê ku beriya Taha bimire, ji aliyê ekîba Mesrûr Barzanî gef lê hatiye xwarin. Mirina Taha di doza li DYE’yê ya li dijî Mesrûr Barzanî de hatiye vekirin de jî bû rojev. Birayê Taha Şaxewan Taha jî bi gotina:’’Mirina xwişka min, kuştineke siyasî ye.’’ rewşa heyî anî ziman.
SÎRWAN BARZANÎ
Naz Silêman Yaqûb: Naz Silêman Yaqûb ku parêzer bû, di sala 2016’an de ji Hewlêrê hate revandin. Piştî 2 rojan cenazeyê wê, bi rengekî şewitî li taxên Hewlêrê hate dîtin. Dihat zanîn ku Naz Silêman Yaqûb, bi parêzeriya xwe ya jinên ku PDK’ê kuştine û destdirêjî li wan kirine dihate nasîn. Bi caran ji aliyê PDK’ê gef lê hate xwarin. Piştî ku jiyana xwe jidest da, derket holê ku kesê herî dawî bi telefonê axiviye, Sîrwan Barzanî bûye.
FAZIL MÎRANÎ
Beyan Zeynelabîdîn: Zeynelabîdîn a 22 salî, di sala 1992’an de ji Zanîngeha Mûsilê hate revandin. Bavê wê bi dijberiya xwe ya li dijî polîtîkayên PDK’ê dihate nasîn. Beyan ji aliyê Seîd Bamarnê û Salim Koremarkî ku ekîba Fazil Mîranî bûn, hate girtin. Malbat tevlîbûna PDK’ê red dikir, cenazeyê Beyan jî piştî çend rojan li kolanên Dohukê hate dîtin. Ekîba Mîranî piştî vê qetlîamê jî zextên xwe dewam kirin. Bavê Beyan Zeynelabîdîn jî, piştre li Amêdiyê girtin.
BERJENG ZÊBARÎ
Nesrîn Heso Zêbarî: Zêbariya 16 salî, bi caran ji aliyê kurê Babekir Zêbarî yê Şêwirmendê Leşkerî yê serokê herêma Kurdistanê, Berjeng Zebarî ve, rû bi rûyê destdirêjiyê bû. Ekîba Zêbarî got ku ji aliyê birayê wê Dilêr Zêbarî ve destdirêjî lê hatiye kirin û herdu jî dane kuştin. Piştî ku esas bûyer hate fam kirin, Babekir Zêbarî kete dewrê, bi pereyan malbata Nesrîn da bêdeng kirin.
QADIR QAÇAX, ADIL BOTANÎ Û SERBEST SÎNDORÎ
Nazik û Solîn: Yek ji xwişka malbatên ku nedixwestin tevlî PDK’ê bibin Nazik a 16 salî, di sala 1994’an de, ji aliyê Qadir Qaçax ê berpirsê Şengalê yê PDK’ê, endamê polîtbûroya PDK’ê Adil Botanî û Serbest Lezgîn Sindorî ve hate revandin. Keça duyem a malbatê ku li hemberî PDK’ê serî netewand Solîn a 17 salî jî, di sala 1995’an de hate revandin û destdirêjî lê hate kirin. Cenazeyê herdu xwişkan bi rengekî tazî hate dîtin. Malbatên ku ji Akrê bûn, ji ber zextan Başûrê Kurdistanê terikandin. Ekîba Qaçax, di sala 1996’an de li Akrê 14, li Dohukê jî 17 jin revandin û destdirêjî li wan kirin. Hemû jinên ku destdirêjî li wan hate kirin, hatin qetil kirin. Hemû jinên ku hatine qetil kirin, kesên ku di Enfalê de hevjîn û malbatên xwe jidest dane. PDK’ê ew di statûya ‘Malbatên Şehîdan’ de digrtin. Yek ji wan malbata Fewzîye Îslma a Rêkanî ye. Li hemberî kirdaran gilî hate kirin. Heta niha jî, li gundê Badê, bendava Dohukê, Gunê Kevaşê, herêma Pişta Bablo, Pişta Dola Besrê û Baniya Bakozê, tiştên jinên hatine qetil kirin tên dîtin.
XESREW GORAN
Sewre Reqîb Esker Akreyî: Li gel hevjînê xwe Ezîz Mihemedî belgeyên sûc û gendeliyên PDK’ê bidest xistin. PDK ji bo ku sûcên wê deşîfre nebin, avête ser mala wan û herdu hevjîn bi gullebaranê qetil kirin. Yê ku ev komkujî kir jî serokê komîsyona hilbijartinan a herêma Kurdistanê Xesrew Goran û ekîba xwe bên.
PARASTIN ZÊREVANÎ Û HÊZÊN TAYBET
Sakîne Îzzet Şêxo: Di sala 1991!an de ew cihê ku niha şer û dagirkeriya dewleta Tirk ku herî zêde lê pêk tê, li gundê Guherzê yê Amêdiyê, ji aliyê hêzên taybet ê PDK’ê ve destdirêjî lê hate kirin û hate qetil kirin.
Nazdar Bamernê: Nazdar Bamernê ku pijîşk bû, di sala 1991’an de li Hewlêrê ji aliyê Parastinê hate qetil kirin.
Jinên PAK’ê: Di sala 1991’an dema ku Partiya Azadiya Kurdistanê PAK hin di dema qonaxa damezirandinê de bû, 23 kes ji rêveberiya partiyê, ji aliyê Ezîz Weysî ku niha fermandarê hêzên Zêrevanî ye û ekîba wî ve, radestî dewleta Tirk hatin kirin. 23 kesên ku di nav wan de gelek jin jî hebûn, ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin qetil kirin.
Eyşan Mihemed Elî: Di sala 1992’an de, li Hewlêrê dema ku li dijî PDK’ê çalakî dihatin lidarxistin, di encama gullebarana PDK’ê de, hate qetil kirin.
Hejyan Eyûb: Ji aliyê kesê ku pê re zewicî bû, hertim rû bi rûyê şidetê dibû. Bi caran ji bo alîkariyê serî li saziyê fermî da, lê ev serlêdan bê bersiv man. Eyûb ji aliyê kesê pê re zewicî bû hate xeniqandin. Tevî ku raporên otopsiyê hebûn jî, ser bûyerê hate girtin. Ji ber Eyûbê ku Hejyan qetil kir, di Parastinê de dixebitî.
ANF