‘Gava Stratejîk’ a Soylu: Hîzbûlkontra

Şemî 20 Tîrmeh 2024 - 00:12

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo êrîşên li Amedê yên ku bi destê Hîzbûllkontra têne kirin bi bîr xist û got, ‘gava stratejîk’ a li Suleyman Soylu, Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk behsê kirî li Amedê bi êrîşên ser kafeyên xwe nîşan dide. Cupola diyar kir li Tirkiyê hiqûq û ewlehiyê îflas kiriye, êrîşkar têne parastin û ji bo vê jî divê mirov bikaribe parastina xwe bike.

Di nava du mehên dawî de, li navenda Amedê kafe jî di nav de, herî kêm êrîşî 5 cihan hate kirin. Bi van êrîşan tarzê jiyanê yê civak û bi taybetî jî ya jinan, dikin hedef. Îfadeya êrîşkaran hate girtin û piştre hatin berdan. Piştî êrîşkar hatin berdan, sê êrîşkarên din êrîşî du kafeyan kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo têkildarî êrîşan got, “Gava stratejîk a ku Suleyman Soylû qalê kirî, li Amedê di nava 45 rojan de derket holê. Li gorî me ev çalakî, bi serê xwe nehatine kirin. Jehreke ku li mutfaqa polîs û îstixbaratê tê pijandin û bi gelê Kurdistanê didin xwarin.”

Hiqûq û ewlehiyê îflas kiriye

Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku êrîş ne tesaduf in û wiha got: “Eşkere ye ku Hîzbûlkontra jî beşdarî koalîsyona AKP-MHP’ê bûye. Têkildarî êrîşkaran, mekanîzmaya darazê lêpirsîneke bi bandor nameşîne. Ev rastiyeke dîrokî ye. Cemal Tutar ê ku faîlê 109 cînayetan e, di parastina xwe ya dawî de wiha got, ‘Ez ne poşman im. Em mîna bombeya ku ji teqînê re amade ye, hatin girtîgehê. Sebra me nemaye. Dibe ku em hundir veguherînin gola xwînê… Me cînayet bi alîkariya Xwedê pêk anîn. Me li herêmê hezkirina leşker û polîsan qezenc kir.’ Gelo ev desthilatdariya ku Cemal Tutar tahliye kir û jê re navbeynkarî kir ku biçe dervey welêt, wê lêpirsîneke bi bandor bimeşîne? Dema mirov rastiyên dîrokî û heyî li ber çav digire, ji derveyî xweparastinê û xwedî derketina li qadên xwe yên jiyanê, ti çareyeke me ya din nîne. Li vî welatê ku çêkerên hiqûq û ewlehiyê lê îflas kirî, ti çareseriyeke din nayê dîtin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.