Huda Par projeyeke dewletê ye

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:17

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind axivî û anî ziman ku ji bo tinekirina destketiyên neteweyî yên gelê Kurd, yek ji planên hatine amadekirin Huda par e. Serbilind diyar kir ku divê faktora Huda Par û rabirdûya wê ya qirêj ji civakê re baş bê vegotin û ragihand ku desthilatdariya AKP'ê hewl dide Hîzbûllahê careke din tevlî nava sîstemê bike û wiha got:’’Vê carê Huda Par ava kirin. Ev jî projeyek e. Huda Par ku Hîzbûllah bi çekê li pişt disekine, di çarçoveya planekê de hate avakirin. Li dijî karên ku gelê Kurd ji bo mafên xwe yên neteweyî dimeşîne, projeyeke nû û xetere ye ku dewlet bi rêxistin dike. Kengî dewletê êriş bir ser Kurdan û komkujî kir, Huda Par li kêlekê sekinî. Êrişa dewleta Tirk a li ser Rojava weke êrîşa li ser DYE'yê nîşanî civakê dan. Li Rojava li dijî gelê Kurd piştgirî dan DAÎŞ'ê. Ciwanên Kurd ên li bajarên Kurdan bi rêxistin kirin şandin nava DAÎŞ'ê û kirin ku li dijî gelê Kurd şer bikin. Li gelek bajarên mîna Amedê piştgirî dan DAÎŞ'ê. Komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Rojava kirin, rewa dîtin û piştgirî dan."

Rastiya Kurdistanê dejenere dikin

Serbilind anî ziman ku dewleta Tirk dema ku têkoşîna gelê Kurd li dijî hebûna xwe weke metirsiyê dibîne ji bo pêşî lê bigire hin rêxistin li dijî Kurdan wezîfedar kir û got,"Huda Par ev e. Siyaseta Kurd beriya niha rê neda tehrîkên Huda Parê û divê rê jê re neyê dayin. Piraniya mirovên li dora Huda Parê bi rêya baweriyê hatine xapandin. Divê mirov wan hişyar bikin û nîşan bidin ku ev yek şaşitî ye. Îslam ev nîne. Mafên neteweyî di Îslamê de maf e. Ne xwedî takwa ne, bêyî kirina tiştên baş mirov çawa dikare bibe xwedî takwa. Vana çi karekî baş kirine? Karê van hemû li dijî gelê Kurd ê mezlûm e. Rola ku dagirkeran dane wan li Kurdistanê bi cih tînin. Li Kurdistanê dibin sedema dejenerebûneke mezin. Nirxên baweriya kevneşop a dîrokî ya Kurdistanê tine dikin. Çandê dejenere dikin. Bi navê baweriyê baweriya Kurdan xera dikin. Baweriya kevneşopiya medreseyê ya li Kurdistanê tine dikin. Niha medrese radestî wan hatine kirin. Li vê derê nirxên baweriyê yên Kurdan tine dikin, di heman demê de ciwanên Kurd jî bi rengekî dijberê maf û daxwazên neteweyî yên Kurdan mezin dikin. Ev yek xetereyeke gelekî mezin e."

Ji bo dijminahiyê hate ava kirin

Hîkmet Serbilind diyar kir ku Huda Par li dijî ti dewleteke dagirker helwest nîşan nedaye û got:"Berê digotin ew li dijî PKK'ê şer dikin. PKK tevgereke mezin a neteweyî ye. Hêzeke ku li dijî dewletan şer dike. Madem hûn bawer dikin ku xwedî wê hêzê ne, wê demê we çima li hemberî dewleta Kemalîst şer nekir ku hûn jê re dibêjin kafir e û zalim e.? Huda Par li Kurdistanê bi roleke xetere radibe. Li Başûr jî bi çend partiyên di bin kontrola Îxwaniyan de ne li gorî berjewendiyên Îranê tevdigerin. Di çarçoveya projeyekê tevdigere ku tevahiya Kurdistanê eleqedar dike. Li Rojava jî bi hemû çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de ne, di nava têkiliyê de ye. Bi rastî jî dijminatiyê li gelê Kurd dikin û bi vê armancê tevdigerin. Bila Misilmanên Kurd vê baş zanibin û li hemberî van helwestê nîşan bidin. Huda Par ji bo dijminatiyê li gelê Kurd bike hatiye avakirin."

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.