Tiliya PDK’ê di xwîna Kurdan de ye

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 03:05

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû û bi taybetî rola PDK'ê ya di êrîşên li ser şervanên azadiyê de nirxandin. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:"Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku 10'ê Cotmeha 2023'an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, 11 mehan li pey xwe dihêle. Di meha Cotmehê de wê salekê temam bike. Di heman demê de em ê dest bi salvegereke nû ya komploya 9'ê Cotmehê bikin.

Di vê çarçoveyê de li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, li çar aliyên cîhanê jin, ciwan, gelê me, dostên me çalakiyên girseyî lidar dixin. Bi qasî ku li nava civaka Kurd bi pêş dikeve, li çar aliyên cîhanê jî di nava gelên cîhanê, bindestan, jin û ciwanan, hêzên demokratîk, şoreşger û sosyalîst jî bi pêş dikeve. Li ser vê bingehê civîn, konferans têne lidarxistin. Bi dehan kesên ku Xelata Nobelê wergirtine bi hev re bang kirin. Niha jî li Berlînê bi navê Konferansa Aştî û Demokrasiyê di nava du rojan de konferansek hate lidarxistin. Xusûsên girîng hatin nîqaşkirin. Herî zêde ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê işaret bi rola diyarker a Rêber Apo kirin. Civak, gel, jin û ciwanên Kurd vê yekê li qadan tînin ziman. Ya rast ev e, ya di cih de ev e.

Gerîla bi lehengî li berxwe dide

Yên ku xeta berxwedanê ya Îmraliyê her baş fêhm dikin û bi xurtî dixin meriyetê gerîla ne. 40 sal in bi vî rengî ye. Gerîla bû rûmeta Kurdan, bû şeref û heysiyeta Kurdan. Hişmendî da Kurdan, rêxistinî, wêrekî û fedakarî da Kurdan. Kurd ji nû ve anî ser xwe, afirand û niha jî ji bo rizgariyê li ser xeta berxwedanê ya Îmraliyê li her qadê bi lehengî li ber xwe dide.

Bi vê wesîleyê vê yekê jî bibêjim. Havîn qediya, 1'ê Îlonê em ketin payîzê. Hinekan ji bo me gotibûn 'PKK wê vê havînê biqede'. Niha mîna ku ew jî ji bîr kirine. Dibêjin Mijdar, dibêjin zivistan. Bi salan e ev çîrok bi vî rengî dewam dike. Hinekan bi xwe dane bawerkirin ku bi van êrîşan wê PKK'ê tine bikin. Ev xeflet e. Ji bilî lawazkirina xwe bi xwe wê ti encamê bi xwe re nîne. Wê bibînin, lê belê ji xwe dema ku ev fêhm kirin wê hêza wan ji xwe tine bû be, qediya be. Payîz hat, careke din neserketina wan şênber bû. Neserketina faşîzma AKP-MHP'ê careke din eşkere bû. Ji ber ku PKK li ser xwe ye, ji her demê bêhtir xurt e, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. 

Nekarîn PKK’ê têk bibin

AKP-MHP-PDK yanî tifaqa Tayyîp Erdogan, Bahçelî û Barzanî nekarîn komploya navneteweyî bi ser bixînin, nekarîn armanca tepisandin û tinekirina PKK'ê bi ser bixînin. DYE'yê vê carê jî ji rêveberiya Iraqê re got, 'Hûn piştgiriyê bidin'. Yanî li pişt van êrîşan hemûyan DYE heye, NATO heye. Ji hinekan heye ku Tayyîp Erdogan dike, Devlet Bahçelî dike, ew biryarê didin. Ev çîrok e. Çima pê dide kirin? Wê dest li Tirkiyeyê werdin. Sîstem bi vî rengî nameşe. Dikin nakin nikarin krîz û kaosê ji holê rakin. Nuqteyeke girîng a şer Tirkiye ye. Li gorî berjewendiyên xwe wê guhertinan bikin. Lê belê ditirsin ku PKK alternatîfekê biafirîne. Ji ber vê yekê bi hev re êrîşî PKK'ê dikin. Naxwe çi hêza Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî heye? Hin ehmeq ku mejiyê wan hatiye şuştin dane pey wan, ji wan re li çepikan dixin. Derdoreke welê faşîst hatiye avakirin. Rêber Apo di hevdîtinan de bi salan hişyarî da ku lîstik, komplo hene, wê bi felaketê re rû bi rû bimînin. Kesî guh nedan û fêhm nekirin. AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên heyî yên dijminatiya li Kurdan Tirkiye xistiye nava felaketeke bi vî rengî. Yekane çare demokratîkbûna Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Kurdan e. Ev yek çareya Tirkiyeyê ye, çareya Rojhilata Navîn e, çareya cîhanê ye. 

Destê wan di xwîna Kurdan de ye

Ji sala 2018’an ve di 6 salên dawî de sûcê Parastinê di hemû êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de heye, tiliya wî têde heye. Didin çapemeniya dewleta Tirk, nûçe didin çêkirin. Li ser bingehê hevkariya hêzên MÎT’ê, “me ev qas êrîş pêk anîn, li PKK’iyan xist.” Yê ku van êrîşên Tirk dide kirin, ne MÎT e. MÎT li Başûrê Kurdistanê nîne. Parastin heye. MÎT û Parastin bi hev re, di nava hev de ne. Hemû îxbar ji aliyê Parastinê ve tên kirin. Di van 6 salan de, ne bi sedan, bi hezaran şervanên azadiyê dan qetilkirin. Hîna me ev mijar şîrove nekirine. Em dikarin şîrove bikin û gelek îspatan nîşan bidin. Ez nabêjim deh yan jî sed; bi hezaran şervanên azadiyê şehîd bûne, êrîşên ku dewleta Tirk pê dibêje, “min ev qas qetil kirine” hemû jî bi îxbara Parastinê çêbûn. Niha li vir tişta girîng ev e. Êdî hevkariya Barzaniyan derketiye bazarê. Lê belê ev faşîzma AKP-MHP’ê dît ku piştgiriya xiyanetê hinekê nefesê bi wan dide standin, çete hinek din nefesê didin standin, di bin navê parêzvaniya gund de hinek din jî nefes bi wan çeteyan da standin; niha hewl didin, hêzên mîna Barzaniyan ji Bakur derxînin.

Dixwazin HUDAPAR bikin çeteyên Bakur

Herî dawî li Ahlatê, yê bi Tayyîp Erdogan, bi Bahçelî re dest girtî û rakirî, ji xwe re dibêje ‘partiya Kurd’, yê ku em jê re dibêjin Hîzbulkontra, wan xwe weke Hudapar bi nav kirî, yên ku demekê weke Hîzbullah dihatin naskirin û hin derdorên li dora wan, mîna Barzaniyan û PDK’ê li Başûr kirî, tê xwestin ku wan jî bikin çeteyên leşkerî û siyasî yên nû yên Bakur.Divê nekevin wê rewşê. PKK wê destûra vê yekê nede. Yanî Têkoşîna Azadiyê destûra vê yekê nade. Li ser vî bingehî ez bang li gelê me jî dikim. Ev xeteriya herî mezin e. Lîstoka herî xirab e. Em vê rastiyê bibînin. Rêber Apo digot, “Em hevkar û xayînên wiha bi tifa xwe bixeniqînin.” Divê dernekevin nava mirovan. Divê tif li rûyê wan were kirin. Heta ku ew nexeniqin, têkbirina dijminê mêtinger û qirker ne pêkan e. Ji vî alî ve têkoşîna li dijî zihniyet û sîstema faşîst, mêtinger û qirker, ji têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê qut nîne. Li Bakur jî divê teqez destûr û derfeta lîstokeke nû ya Barzanî neyê dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.