Li Mêrsînê rejîma Tirk tirsiya

Çarşem 28 Îlon 2022 - 02:36

Pêr bi şev li bajarê li ber peravên Derya Spî Mersînê, li navçeya Mezîtlî, li dijî navendeke taybet a bi polês û leşkerên payebilind, dengê sîlehan û teqînên meizn hat bihîstin. Dewleta Tirk îdîa kir ku ev navend bûye armanca êrişekê û tenê polêsekî wan ê wezîfedar li deverê hatiye kuştin. 

Bi her halî, heta bi wezîrê karê hundir ê Tirk Soylu jî bi lez û bez berê xwe da vê devera ku nêzî bendera herî mezin a Tirkiyeyê ye û li gorî gelek îdîayan madeyên hişbir ên ku ew difiroşe jî li wir tên valakirin.  

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên fermî yên Tirk, çalakiya pêr bi şev a bombeyî û çekdarî li dijî Navenda Polêsan a Tece ya Taxa Denîz a girêdayî navçeya Mezîtlî yê Mersînê pêk hatiye. Heman çavkaniyên dewleta Tirk îdîa dikin ku tenê polêsek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye. 

Lê panîk û tirsa dewleta Tirk a xwe bi kirinên wê dide der. Polêsan Tirk doh sibehê bi ser mala dêûbavê Dilşah Ercan de girt. Dewleta Tirk îdîa dike ku ew yek ji wan kesan e ku çalakî li dijî navenda polêsên Tirk li dar xistiye. Piştî ku polêsên Tirk bi ser vê malê de girt, wan bavê Dilşah Ercanê Şerafettîn Ercan û xwişk û birayên wê Muray, Yasîn û Aysel Ercan kirin nezaretê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.