Huda Par tetîkkêşê dijmin e

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:57

Endamê Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK’ê Mele Salih Botî jinûve bikaranîna Hîzbûllahê bi navê siyaseta sivîl ji ANF’ê re nirxand. Mele Salihê Botî diyar kir ku dîroka gelê Kurd digihêje heta Hz. Nûh û anî ziman ku gelê Kurd gelek alimên mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şêx Seîd ji bo Îslamê afirandiye. Mele Salihê Botî destnîşan kir ku van mirovan her tim xizmet ji ol û gelê xwe re kirine. Mele Salihê Botî diyar kir ku civaka Kurd di dîrokê de bi alimên mezin rê li ber civaka Îslamê xistiye, lê belê niha dewlet bi navê Îslamê xiyanetê li Kurdan dikin û got:"Kurd hatin înkarkirin. Dewletên mîna Îran û Tirkiye dewletên kujer in. Huda Par a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, gelo bi navê vê dewletê xwedî li olê derdikeve? Qaşo Huda Par xwedî li rabirdûya Îslamî ya Kurdan derdikeve. Ev yek bi navê ol, guneh e. Ti eleqeya van bi olê re nîne. Ew dijminê gel in. Wan li Êlih, Cizîr, Nisêbîn, Amedê bi hezaran mirovên me qetil kirin. Bi navê ol çawa dikarin tiştekî bi vî rengî bikin? Ol ev yek heram kiriye. Ez bang li Kurdan û Misilmanên ji dil dikim. Li ber van rabin. Ew dijminê ol, çand û baweriya civaka Kurd in. Ew şirîkê dewletê ne ku dixwaze gelê Kurd tine bike. Ew li mizgeftê nimêjê dikin, piştre jî bi bivir û kêrê mirovan serjê dikin. Ev yek di ol de heram e. Pêxember ev yek nekiriye. Ew dijminên Îslamê ne. Wan Hz. Elî qetil kirin. Hz. Huseyîn li Kerbelayê qetil kirin. Îro jî Huda Par tetîkkêşê vî mejiyê kujer e. Ew heramzede ne. Ew tetîkkêşên dijminên gelê Kurd e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.