Bêyî Ocalan Kurdistan azad nabe

În 19 Tîrmeh 2024 - 01:15

Siyasetmedarê Kurd ê li sirgûnê Hasan Basrî Firat destnîşan kir dewleta Tirk ji bo ku raperînên Kurdan serkut bike tim rêberên Kurd tine kirine, divê gelê Kurd li vê baldar be, tecrîda li ser Rêber Ocalan weke nêzîkatiya li dijî gelê Kurd nîşan da û got bêyî Ocalan Kurdistan azad nabe.

Şaredarê berê yê Xinûsê û yek ji neviyên Şêx Seîd Hasan Basrî Firat diyar kir polîtîkaya tecrîda mutleq a li ser Rêber Ocalan polîtîka û nefreta dîrokî ya dewleta Tirk a li hemberî rêberên Kurd e.

Firat got: “Gelê me girîngî dide rewşa Rêber Apo. Ji ber ku em girîngî didin, dewlet vê pergala tecrîdê pêk tîne. Ev sê sal in em nikarin agahî ji Rêber Apo bigirin. Em nizanin bê ka sax e an na.  Dewleteke bêperwa û bêhiqûq e ku qanûnên xwe jî tune dihesibîne. Ne malbat û ne jî parêzerên wî nikarin mafên xwe yên qanûnî bikar bînin.”

Divê em li dîrokê baldar bin

Firat destnîşan kir gelê Kurd divê rewşa Rêber  Abdullah Ocalan pir cidî bibîne û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd weke dîrokî di şexsê rêberên Kurd de qedandiye û xeniqandiye. Hem rêberên Kurd îmha kirine hem jî pirsgirêka Kurd bi vî rengî tepisandine. Tenê rêberên me îmha nekirine, sembol, nav û gorên wan jî îmha kirine an jî hewl dane ji bîra civakê jê bibin. Ev dîroka wan e. Divê em gelê Kurd li ser vê dîrokê pir baldar bin.”

Bêyî Ocalan azadî nabe

Firat diyar kir ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd pirsgirêka Kurd çareser nabe û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo fetisandina pirsgirêka Kurd tecrîdê girantir dike. Firat got: “Em Kurd divê vê qebûl nekin, li dijî vê bi xurtî têbikoşin, ji ber ku dixwazin Kurdan tune bikin. Yekane heza ku li dijî îmhaya gelê Kurd li ber xwe dide û vê fedakariyê raber dike Tevgera Azadiya Kurd e. Dewlet jî vê dizane û li gorî wê nêzî Rêber Apo dibe. Gelê me divê li dijî vê têkoşînê mezintir bike. Belê, gelê me li ber xwe dide, têdikoşe lê divê ji bo azadiya Rêber Apo pêngavên sivîl û siyasî yên baştir pêş bixin. Heta ku Rêber Apo azad nebe Kurdistan azad nabe, divê em helwestek li gorî vê pêş bixin.”

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.