Rêber APO nabe mijara bazarê

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:20

Kurdistaniyên li Rennesê bi şîara “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” meşiyan û destnîşan kirin ku ew ê li dijî ferzkirina “Ji bo rakirina tecrîdê, tawîz” bi rengekî bê navber di nava çalakiyan de bin. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ji wan hatiye xwestin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, tawîz ji wan hatiye xwestin. Li ser vê yekê li bajarê Rennes ê Fransayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk meş hat lidarxistin. Meş bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî’ hate lidarxistin. Di meşê de ev daxuyanî hate dayîn:“Rêber Apo 26 sal in di bin sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Ev 4 salên dawî ye bi ti rengî em nikarin agahî jê werbigirin. Îro jî me zanî ku ji bo hevdîtinên bi malbat û parêzeran, bazarî li ser tê kirin. Eö gelê Kurd  qet vê yekê qebûl nakin. Nabe ku Rêber Apo bibe mijara bazarê. Weke Meclîsa Gel a Demokratîk a Rennesê heta ku hevdîtin bi Rêber Apo re tê kirin, em ê bê navber çalakiyan lidar bixin.’’

Banga çalakiyê

Bi domdarî wiha hate gotin: ‘’Em bang li hemû gelê xwe û saziyên xwe dikin, heta ku hevdîtin bi Rêber Apo re tê kirin di nava çalakiyan de bin. 20’ê Tîrmehê roja Şemiyê di saet 16.00’an de em hemû gelê xwe vedixwînin Colombiers’ê. Em bang li jin û ciwanên xwe dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Di meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.