Menzereyên xwezayî yên Qirxizîstanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 7 Tebax 2024 - 00:58

Astrowênegirê bi navê Soumyadeep Mukherjee, piştî ku dibîne li Qirxizistanê di warê wêneyên astrolojiyê de xebat pirr kêm in, biryar dide ku kargeheke wêneyan li dar bixe. Her wiha ew Qirxizistanê ji bo van wêneyan weke kanake dewlemend bi nav dike. 

Bi kargeha ku li dar xistiye potansiyela menzereyên fotografîk a Qirxizistanê derxistiye holê. Mukherjee ji bo Qirxizistanê dibêje; “Bêguman ev welat yek ji wan welatan e ku menzereyên herî xweşik dihewîne. Erdên beyar, çiya, deşt û newalên vî welatî weke bihiştekê ne ku mirov dikare wêneyên pirr xweşik li vir bigire. Ji ber ku welatekî ewqasî qerebalix nîne û ronahiyên çêkirî lê kêm in li asîman stêrk pirr xweşik tên dîtin.”

Mukherjee dide zanîn ku wî pêşî li ser înternetê li weneyan geriyaye lê wêneyên asîman ên Qirxizistanê qet neketine ber çavên wî. Ji lewma jî wi biryar daye ku biçe Qirxizistanê û li wir di warê astrowênegiriyê de kargehekê pêk bîne. Ew ji bo Qirxizistanê dibêje; “Di warê astrowênegiriyê de xwedî potansiyeleke pirr baş e lê mixabin pirr kes hay ji vî tiştî nînin.”

Mukherjee dide zanîn ku di meha Hezîran û Tîrmehê mirov dikare wêneyên pirr xweşik li welatên Asyaya Navîn bigire. Mukherjee wêneyê Yuri Gagarîn jî tevî asîman girtiye û wekî vî wêneyê gelek wêneyên xweşik girtine.

ASTANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.