Meclîs cihê çareseriyan in

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:12

  • Nûnerê HCÊ Akbulut: Meclîseke ku ciwan û jin çalak tê de cihê xwe negirin, nikare xwe bide ber bar û berpirsiyariyê. Malbatên me li malê bi Kurdî napeyivin. Ev ji bo zimanê me tehlûkeyeke din e.

MURAT MANG / BIELEFELD

Li bajarên Elmanyayê Bielefeld û Hanauyê Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK), kongreyên xwe li dar xistin û rêveberiyên xwe yên nû hilbijartin. 

NCDK ya Bielefeldê kongreya xwe ya asayî ya 16´an li dar xist. Qederê 50 delegeyî beşdar bûn. Rapora xebatan û kar û xebatên komîsyonan hatin nirxandin. Ev rexne li komîsyonan hat kirin: Komîsyon di nava salekê di kar û barên xwe de kêm man. Hevserokê KON-MED’ê Engin Sever jî bal bire ser girîngiya meclîsan û got, “Meclîs ji bo xizmetê ji milet re bikin, tên avakirin. Meclîsên me divê çareseriyan peyda bikin ji bo pirsgirêkên civaka me yên çandî, dîplomatîk, siyasî û civakî”. 

Apê Silêman ê ku bi salan e di xebatên meclîsê de cihê xwe digire jî got, di warê çêkirina projeyên li gorî pêdiviyên civakê û destwerdana pirsgirêkan de weke meclîs ew dereng dimînin. Di dewamê de wî got, “Ji bilî yekê, didu komîsyonan, ti komîsyona din kar nake. Têkiliya di navbera komîsyonan de nîne. Em nikarin dsîplînê bi cih bikin. Pirsgirêkên malbatan hene. Em nabin bersiv ji bo pirsgirêkên civakê. Divê em girîngiyê bi xebatên ciwanan û jinan bidin.”
 
Kurdî divê li pêş be

Murat Avaşîn jî ev saleke di nava xebatên meclîsê de cihê xwe digire. Wî got, xebat divê ji malbatê dest pê bike: “Meclîs divê karibe biçe sersaxiya xelkê, biçe serdana nexweşên xelkê, di rojên şahiyê de jî li cem xelkê be. Hingê meclîs wê bibe meclîsa gel.”

Nûnera Meclîsa Jinên Êzîdî, Sosin Kartal jî rexne kir ji ber ku jin naçin komeleyê. Wê ji mêrên li hola kongreyê hazir pirsî: “Çima hûn tevî hevjînên xwe nayên”.

Nûnerê Hevgirtina Ciwanên Êzdayetiyê (HCÊ), Serzat Akbulut jî îşaret bi qutbûna di navbera komîsyonan û ciwanan de kir û got, “Meclîseke ku ciwan û jin çalak tê de cihê xwe negirin, nikare xwe bide ber bar û berpirsiyariyê. Malbatên me li malê bi Kurdî napeyivin. Ev ji bo zimanê me tehlûkeyeke din e. Saziyên me destekê nadin xebatên ciwanan û jinan.” 

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê jî di kongreyê de hatin minaqeşekirin. Xelef Erbek li ser mijarê, nerazîbûn ji hevkariya PDK´ê ya bi bi dewleta Tirk re nîşan da û got, “Divê yekîtiya navmala Kurdan çêbe”. 

Di kongreyê de hat xwestin ku kampanyaya ji bo derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya rêxistinên terorê” bê xurtkirin û berferehkirin. 

Piştî minaqeşe û qebûla raporan, rêveberiya meclîsa nû ya 40 kesî ji bo dewra 16’an hat hilbijartin. Komîsyon wê paşê bi civîneke cihê bên diyarkirin. Hevserokên nû yên NCDK a Bielefeldê jî bûn Ayşe Çelik û Ramazan Ekinci. 

Nerazîbûnên li Ewrûpa kêm in

NCDK a Hanauyê kongreya xwe ya asayî ya 9’an li dar xist. Kongre bi beşdariya 150 delegeyan çêbû. Hevserokê  meclîsê Ömer Koyuncuer di dema axaftina destpêkê de rexne li xwe girtin û got, ew kêm mane di warê xebat û rêxistina li gorî demê pêwîst. Hevserokê Federasyona Civakên Demokratîk a Kurdistanê (FCDK-KAWA) Abdulvahap Onder jî bal bire ser êrişên dagirkeriyê û got, girîng e ku tevahiya sazî û dostên li Ewrûpayê li dijî van êrişan bi hev re tevbigerin. Wekî din hat gotin, nerazîbûnên li dijî êrişan ên li Ewrûpayê kêm in. 

Piştî minaqeşe û qebûla raporan, meclîsa 30 kesî ya nû hat hilbijartin. Gullu Şahpaz û Omer Koyuncuer jî bi yekdengî ji nû ve weke hevserokên meclîsê hatin hilbijartin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.