Komîteya Çand û Huner a TEV-ÇAND’ê, sînemavan Mazdek Ararat (Omer Bagci) bi bîr anî.
TEV-ÇAND’ê, Mazdek Ararat di salvegera 1’ê ya şehadeta wî de bi bîr anî. Mazdek Ararat 13’ê Îlona 2019’an li Rojavayê Kurdistanê dema ku karê xwe dikir ji ber qezayeke trafîkê jiyana xwe ji dest dabû.
TEV-ÇAND’ê got, Şehîd Mazdek Ararat bi coş û fedakariya şoreşgerî, bi dilnizmî û kedkariya xwe, mînakeke hevrêtiyê bû: “Bîrdariya fedakarî û hevrêtiyê Mazdek Ararat, di rêyên herî dijwar û bedew ên şoreşê de bêdudilî bi kelecanê meşiya. Bi wesîleya salvegera 1’ê ya şehadeta Mazdek Ararat de em şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN