- Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û xwendekara mastera ziman û wêjeya Kurdî Gulê Hesen, di beşa lêkolînan de jî cih digre, behsa mastera ziman û wêjeya Kurdî kir. Mastera ziman cara yekem e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şax vedide û di zanîngehan de tê dayîn.
- SORGUL ŞÊXO/JÎNHA/QAMIŞLO
Pergala xwendinê digîhêje asteke pirr bilind ku jê re dibêjin mastera Kurdî. Ev ast pirr ked, xebat, lêkolîn û zanîn jê re pêwîst dike ku tu tê de bibî pispor. Têkildarî mastera ziman û wêjeya Kurdî ku yekem car e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên xwe diavêje, endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û xwendekara zimannasiyê ya masterê, Gulê Hesen axivî.
Gulê Hesen got, sala 2022’yan, Zanîngeha Kobanê biryar da ku mastera ziman û wêjeya Kurdî were destpêkirin û wiha domand, "Destpêkê ji Zanîngeha Rojava û Kobanê, Komiteya Perwerde ya Civaka Demokratîk jî kod xwestin. Her xwendekarek li gorî lêkolînên ku li ser metodolojiya ango rêbaza zanistî jê hat xwestin, hatin pejirandin. Wê demê em 28 xwendekar hatin qebûlkirin lê bi demê re hejmar kêm bû, tenê 20 xwendekar man ku pirraniya wan jî jin in. Wekî qonaxa yekemîn em beşdarî amadekarîiyê bûn, 4 heyvan dirêj kir. Di wê qonaxê de me 7 made wekî ziman, rêziman, zimannasî, wêje, bijartina yek ji zaravayên Kurdî yan Dimilkî yan jî soranî, Ingilîzî, rêbaza lêkolînê yan jî metodolojiyê xwend. Ji bo biserketina vê qonaxê pêwîst bû ku xwendekar di her madeyê de di ser 60 pileyî re, bidest bixe. Rêziman, Ingilîzî û zaravayên Kurdî ev ezmûn bûn, lê di madeyên din de lêkolîn hatin xwestin."
Qonaxên pisporiya beşan
Gulê Hesen behsa qonaxa pisporiyê piştî amadekariyê kir û got, "Piştî qedandina qonaxa amadekariyê, em derbasî qonaxa pisporiyê bûn, ka her xwendekarek dixwaze bibe pisporê kîjan beşê ji masterê. Wekî her 20 xwendekaran, em 10 derbasî wêje û 10 jî derbasî beşê zimannasiyê bûn. Lê min pisporiya xwe di zimannasiyê de dît û ew hilbijart. Yê derbasî beşa wêjeyê jî bûn, wê di warê wêje û folklora Kurdî de bixebitin. Di pisporiyê de jî biryar hat girtin ku xwendekar du qonaxan, her qonaxek li ser 4 mehan bixwînin. Derbaskirina her qonaxê jî li gorî madeyê dimîne ku wê madeyê çi lêkolînê bixwaze wê pêşkêş bike. Lê xwendekar bi xwe dikare mijarekê hilbijêre, li gorî madeyê ev dikare lêkolîn yan jî ezmûn be. Lê belê herî zêde lêkolîn tên xwestin, yek ji bo ku tecrûbeyên me zêdetir bibin û ya din jî ev lêkolînên baş werin kirin wê karibin paşê werin çapkirin û bigihîjin ber destên xwendekarên din. Destpêka meha Hezîranê qonaxa duyemîn a pisporiyê diqede, lê pêwîst e ku em lêkolînan li ser madeyên vê qonaxê pêşkêş bikin."
Haziriya doktoraya Kurdî
Gulê Hesen bal bire ser dema pêşkêşkirina nameyên masterê û wiha peyivî, "Piştî qedandina qonaxa pisporiyê, wê demek were veqetandin ji bo ku em nameyên xwe pêşkêş bikin. Ji bo nameyan jî bijartin serbixwe ye, her xwendekarek li gorî pisporiya xwe dikare bi xwe hilbijêre. Piştî pêşkêşkirina nameyan bi dawî bibe, her xwendekarek di beşa xwe de li peymangehên amadekirina mamosteyan û zanîngehan dersan bidin. Piştî qedandina mastera ziman û wêjeya Kurdî, projeyên pêşvetir ku niha jê re amadekarî tê kirin hene, wekî doktoraya Kurdî. Bêguman niha em jî li ser wî bingehî xwe amade dikin, hem di warê ast û derûniya tê xwestin û gavên divê ku em bavêjin de. Lê beriya me, fakulteya sosyolojî û dîrokê dest pê kiriye. Fakulteya dîrokê niha masterê dixwînin û li gorî her fakulteyê û derfet û amadekirina doktorên madeyan dest pê dikin. Lê mastera ziman û wêjeya Kurdî koma destpêkê ye."
Mastera Kurdî pêwîst bû
Gulê Hesen da zanîn ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re şoreşa ziman jî dest pê kiriye û zemînek ji bo master û doktoraya Kurdî ku îro em behsa wê dikin, çêbûye: "Ji bo ku em bigihîjin asta zanîngehan û mijarên pê re elaqedar nîqaş bikin, pêwîst e zemînek hebe ku mirov xwe li ser ava bike. Zanîngehên Kurdî (Rojava-Kobanê) hatin vekirin, fakulteya ziman û wêjeya Kurdî vebû. Li gorî çavkaniyên di destê me de me sûd girtin em ji wan fêr bûn, lê piştî ku em derbasî zanîngehan bûn pêwîstî bi çavkaniyên nû, xurttir û asteke zanebûnê ya bilindtir hebû. Amadekirina komeke ku mastera ziman û wêjeya Kurdî bixwîne, pêdiviyek e. Me 2022´yan dest pê kir lê baştir bû ku me 2018'an dest pê kiribûya. Ji bo masterê gelek amadekarî, zehmetî û aliyên madî de pêdivî pê heye. Ji ber kesên ku karibin îro di asta masterê de perwerdeyê bidin, kesên ku li ser kurmancî lêkolîn kirine, xebitîne û pispor in hejmara wan kêm û belav in. Ne ji tora înternetê bûya, bêguman wê rewşa me pirr zehmet bûya. Pirraniya xwendina me jî online e. Em jî hêvî dikin ku karibin sûdê bidin peymangeh, zanîngeh, projeya ku me dest pê kiriye û gelê xwe."
Master bi zaravayên dimilkî û Soranî jî heye
Gulê Hesen da zanîn ku ji bo parastina zaravayê Dimilkî ji qirkirinê, niha xwendekarên wan, vî zimanî jî dixwînin: "Zaravayê dimilkî ku kevintirîn zaravayê Kurdî ye, niha di bin xetera qirkirinê de ye. Li Zanîngeha Rojava wekî madeyekê perwerdeya zaravayê Dimilkî, hatiye danîn. Di masterê de jî ev biryar hat girtin ku zaravayê Soranî û Dimilkî wekî madeyeke bijarde ji xwendekaran re were pêşkêşkirin. Kîjan xwendekar dikare biçe kîjan zaravayî, dikare du astan bixwîne. Xwendekarên ku asta duyemîn biqedîne, dikarin waneyan jî bidin. Gaveke pirr girîng e, ji ber ku bi hezaran çavkanî û lêkolînên soranî hene ku pêwîst e mirov bixwîne û rêyekê bibîne ku xwe bigihîjîne xebatên berê hatine kirin û dikare jê sûdê bigire. Ji ber ku Dimilkî û Kurmancî pirr nêzî hev in, bi dehan mijar hene ku mirov dikare li ber hev bigire. Herî kêm, her xwendekarek, ji bo ku di warê zanistî de bikare bide û bistîne, têkiliyê di navbera zimanan de çêke, divê ku du sê zaravayên zimanê xwe binase."
Ji bo siberojê zanîngehên me xurttir bibin
Gulê Hesen bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Yek ji armancên beşdarbûna me ya vê masterê, di warê parastin û bipêşxistina wê de ew e ku em asteke bilindtir a zanînê pêşkêşî civaka xwe bikin. Wekî civakê, li ser zimanê xwe nîqaşan bikin û çavkaniyên wê çêkin. Mînak em karibin pirtûkên zanistî yên baş li ser asta cîhanî wergerînin zimanê xwe yê Kurmancî. Her wiha ji bo ku em karibin siberojê zanîngehên xwe xurtir bikin û ji xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bibin bingehek."