Masiyê loko yê Kurdistanî jî heye

Duşem 13 Îlon 2021 - 23:13

Glyptothorax kurdistanicus navekî xerîb e, lê bi Latînî maneya wê “masiyê loko yê Kurdistanî” ye. Wekî din bi Kurmancî navên masîpisîk jî li vî masiyî têkirin. Bi Kirmanckî/Dimilkî/Zazakî jî jê re serepising yan jî pismase tê gotin. Bi Farisî kurdistanîbûna vî masiyî di navê masî de belgekirî ye: Gorbe mahî Kordestan. 

Cara pêşî yê ku weke cûre bi awayekî ilmî ev cûreyê çem û golên Kurdistanê terîf kirî, Lev Semyonovich Berg e. Wî sala 1931´ê nav li masîpisîka Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê kiriye weke, “Glyptothorax kurdistanicus”. 

Jawad, L.A, S.A. Hussein û K.K. Fahad sala 2009´an li nava Ava Mezin (Dîcle) li vî masiyî li Başûrê Kurdistanê dikolin û dibêjin, masî qederê 25 santîmetreyan dirêj dibin, lê li ser ka nêr û mê bi qasî hev mezin in, yan na ti agahiyê nadin. 

Îsbatkirî ew li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hene, lê ji bo Rojava halê hazir belgeyên berdest nînin. Lê beriya ku bendav li ser çemê Nisêbînê bê avakirin, gelekî muhtemel e ku ev cûreyê masîpisîkên Kurdistanî li Rojava jî hebin û belkî jî hîna hene bi rêya şaxên çemên ji bakurê Kurdistanê û helbet li wê devera çemê Dîcle a ku li Rojava diherike. Ev cûreyekî endemic e û bi qasî tê zanîn li derveyî Kurdistanê nîne.  

Kêm lê hatiye kolan

Resmê me bi kar anî, Cuneyt Kaya girtiye. Yê masîpisîkekî li Bedlîsê, li Motkiyê hatiye girtin e. Yanî ev masî yê Ava Mezin e.

Ev cûreyê masiya ji bo karibe di rewşeke normal de hejmara xwe duqat bike, herî kêm 5 sal jê re divên. Ji ber ku li gelek deveran goştê vî masiyê nayê xwarin, tehlûkeya li ser hebûna cûre ne zêde ye. 

Bi xwe, ti zirarê li mirovan nake, tenê gava ku xwe di tehlûkeyê de hîs dike, striyên li ser pişta xwe tîk dike.

Ji ber ku cûreyekî endemîk (cihî) yê Kurdistanê ye, zêde lêkolîn li ser vî masiyî nehatine kirin. 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.