Hevkariya huner, teknolojî û zanistê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 6 Çile 2025 - 00:56

Îstîrîdye ku weke ajalên sade yên di behrê de dijîn tên zanîn di heman demê de xwedî peywireke girîng a xwezayî ne jî. Gava ew zikê xwe têr dikin ava qirêj jî paqij dikin û ava behrê bi saya wan zelaltir dibe. Hunermendê bi navê Marco Barottî jî bi projeya xwe ya “Clams” (Îstîrîdye) ku weke projeyeke pirr-disîplînî ye, bala me dibe ser rola îstîrîdyeyan û hîsên nû bi me re ava dike.

A rast ev projeya wî ji peykerên kînetîk pêk tê. Yanî peykerên wî ne peykerên statîk ango bê ruh in. Ev peykerên ku ji plastîkên avêtî hatine çêkirin û weke îstîrîdyeyan tên xuyanê wek hoporlorekî kar dikin û li ser avê hatine bi cih kirin. Ev îstîrîdye ango peyker qelîteya avê dipîvin û avê vediguherînin deng û tevgerê û bi vî awayî encameke bêhempa derdikeve holê. Bi pêlên avê re dengê ku ji van îstîrîdyeyan derdikeve bilindtir dibe. Ev deng weke dengê muzîkeke çê ku xweş tê guhê mirov ava dibe û mirov jê têr nabe. 

Barottî di derheqê projeya xwe de dibêje; “Projeya îstîrîdyeyan xelkê di warê hunerên medyayî, deng û paqijiya hawirdorê de agahdar dike û têkiliyekê ava dike. Ez bi saya teknolojiyê balê dibim ser heywan û nebatan û ekosîstemê dinirxînim. Yanî huner, zanist û teknolojiyê bi hevdu re şirove dikim û digihînim hev.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.