Mano Xelîl; derhênerekî çê yê sînemayê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:09

  • Derhêner Mano Xelîl ji sala 1988’an heya îro filman çêdike. Gava mirov berê xwe dide filmografiya wî mirov li hember xwe derhênerekî berhemdar û çê dibîne. Filmê wî yê dawî “Cîran” tenê 70 xelat wergirtine.

FIRAZ BARAN

Di dîroka sînemaya Kurdî de cihekî Mano Xelîl yê taybet heye. Sedema vê yekê ev e: Wî tenê bi filmê xwe yê “Cîran” 70 xelat wergirtine. 70 xelat û tenê ji bo yek filmî…Ev film ji bo Kurdan pir girîng e û karekî baş kiriye. Filmê “Cîran” heta niha di nêzî 200 festîvalan de hat nîşandan. Di festîvalên gelek welatên wek li Emrîka, Almanya, Belçîka, Korêya Başur û bi dehan welatên din xelatên yekemîn standiye. Bi saya filmê “Cîran” pirsgirêkên welatê me ketiye rojeva navneteweyî.

Film li du festîvalên girîng ên dinyayê yên weke Şenghaî û Locarno hate nîşandan. Her wiha li festîvalên taybet ên weke Mons, Camera Image, Hof, New York û Palm Spring jî hate nîşandan.

Moderatora Deutschlandfunk Kulturê Ulrike Timm li ser filmê Cîranê dibêje: “Filmê Cîran trajediya gelê Kurd ji çavê zarokekî vedibêje. Lehengê film zarokek e û navê wî Şêro ye. Ka em binerin bê çi bi serê Şêro hatiye.” Profesor Greg Garett jî beşdarî weşana BBC dibe û behsa filma Cîran dike. Dibêje: “Cîran îşev li Festîvala Filmên Cihûyan li Londonê tê nîşandan. Yek ji filmên herî bedew ên ku min di jiyana xwe de dîtiye Cîran e. Filmekî dewlemend, mirovhez, dilşewat û bedew e. Ji ber vê yekê festîvalên filman girîng in. Ger derfeta temaşekirina we hebe, lê temaşe bikin.”

Xelata Yilmaz Guney Wergirt

Mano Xelîl herî dawî bi filma xwe ya “Cîran” beşdarî 1. Festîvala Filmên Kurdî ya Dusseldorfê bû. Di festîvalê de Xelata Yilmaz Guney wergirt. Mano Xelîl beriya ku film bê nîşandan di panela bi navê “Sînemaya Kurdî” de axivî û tecrubeyên xwe parve kir. Piştî panelê bi sînemahêzan re sohbet kir û got ku wî 30 sal berê dest bi nivîsandina filmê Cîran kiriye: “Dema ku min sînema li Çekoslovakiya berê dixwend, min difikirî ku filmekî wiha çêkim. Ji ber ku dayika min ji Bakur û bavê min jî ji Rojavayê Kurdîstanê ye. Dewletan tenê axa me perçe nekirin. Her wiha malbat ji hev qut kirin. Xalê min li serxetê dima. Rojekê ez bi diya xwe re çûm ser sînor. Min cara yekem xalê xwe li wir dît. Xalê min di navbera têlan de ez maç kirim. Rejîma Baasê dixwest ku bi xwe re koleyan biafrîne. Di filmê Cîran de min hewl da serpêhatiyên xwe û nêzîkatiya rejîman ya li hemberî Kurdan bi çavê zarokekî vebêjim.”

Fantazî tine ye hemû jî rast in

Stranbêj Xelîl Xemgîn jî tevlî 1. Festîvala Filmên Kurdî a li Dusseldorfê bû û li filmê “Cîran” temaşe kir. Me ji Xelîl Xemgîn hunera Mano Xelîl û filmê “Cîran” pirsî. Hunermendê hosta hem dîtinên xwe vegot û hem jî bîranînên xwe bi me re parve kirin: “Ez Mano ji zû de nas dikim. Hîn salên 90’î filmên wî hebûn. Wê demê li Çekoslavakyayê dixwend. Me hin şevan filmên Mano nîşan dan. Mano karên profesyonel çêdike. Li Swîsreyê şîrketek film jî vekiriye û heta niha gelek film çêkirine. Wek malbat jî xwedî şehîd in. Zahf girêdayî tekoşîna gelê Kurd in. Mano naxwaze bikeve nav siyasetê. Ew bi hunera xwe xizmetê gelê xwe dike. Filmê Cîran min berê li ser televîzyona ARTEyê hindik temaşe kiribû. Nûçeya film weşandibûn. Me li festîvalê hevdû dît û em axivîn. Milyonan pere lê çûne (Li gorî daxuyaniyên Mano Xelîl ji medyaya cîhanê re, bûdceya filmê 3 milyon Euro ye). Bi keda şîrketa xwe derxistiye û hinek enstîtûtên mezin jî pê re bûne alîkar. Axir min film bi temamî li festîvala Dusseldorfê temaşe kir. Filmekî baş bû. Min gelek jê eciband. Ez bawer dikim hemû hevalên ku temaşe kirin jî gelekî ecibandin. Ji ber ku jiyana me ya rastîn bi rêya hunerê hatiye nîşandan. Em yek bi yek rastî wan bûyeran hatine. Anku fantazî tine ye.”

Di sînemayê de rola Mano girîng e

Xelîl Xemgîn wiha dewam kir; “Ji bo ku sînemaya Kurdî xurt bibe di destê me de ewqas maddeyên xam hene ku… Her çîrokekî Kurdan, her serpehatiyekî Kurdan, her rojekî Kurdan trajedî hene. Çîrokên orjînal ji bo sînemayê pir baş e. Hêdî hêdî sînemaya Kurdî pêş dikeve. Di nav sînemayê de Mano rolekî dilîze û tiştê ku çêdike cih digirin. Ne tenê filmê Cîran. Filmên Mano yên din jî gelekî baş hatin pêşwazî kirin. Weke mînak, xortekî ji Swîsreyê tevlî gerîla dibe. Min wî xortî li çiya dîtibû. Mano li ser wî jî fîlmek çêkiribû. Ew fîlm jî pir hate ecibandin. Pir xelat wergirtin.”

Tecrubeyek mezin ji bo sînemaya Kurdî

Mano Xelîl li Zanîngeha Şamê dîrok û Hiqûqê dixwîne (1981-1986). Di heman salê de (1986) diçe Çekoslovakyaya berê. Li wê derê di Akademiya Filman de perwerdehiya derhêneriyê dibîne. Heta sala 1994’an li Çekoslovakyayê dixwîne û dixebite. Piştre li Swîsreyê bi cih dibe. Ango ev 30 sal in xebatên sînemayê li vî welatê çiyayî dimeşîne. Ji ber vê yekê hem sînemaya Sovyet û Bloka Rojhilat, hem jî sînemaya Ewrûpayê nas dike. Ev rastî ji bo sînemaya Kurdî tecrubeyek mezin e.

*Ev nivîs ji malpera kovara “Huner” hatiye wergirtin.

Mano Xelîl yek ji hostayê sînemaya Kurdî ye û derhênerê 16 fİlman e. Fİlmên Mano Xelîl ev in:

2021: Neighbours (Cîran)
2018: Hafis & Mara (Hafiz û Mara)
2016: Die Schwalbe (Hechecîk)
2013: Der Imker (Mêşevan)
2010: Unser Garten Eden (Baxçên bihiştê)
2006: David der Tolhildan (Davidê Tolhildan)
2005: Al-Anfal (El-Enfal)
2004: Bunte Träume (Xewnên Rengîn)
1998: Triumph Of Iron (Serkeftina Hesin)
1995: Kino Ocko (Cinema Çav)
1993: The Place Where God Sleeps (Cihê Xwedê lê razaye)
1992: My God (Xweda!)
1991: Oh Father (Ax Bavo)
1990: Embassy (Balyozxane)
1989: My Pain, My Hope (Êşa min, Hêviya min)
1988: Oh World (Ey Cîhan)

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.