‘Nameyek ji xwişka min re’ û cudakariya zayendî

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Kanûn 2024 - 00:48

Kurtefilma "Namek ji xwişka min re" di Festîvala Navneteweyî ya Kurtefilman a Ciwanan de ku bi navê "Plural+" tê naskirin di temenên 12 heta 17 salî de pileya duyemîn bi dest xist.

Ev film ji aliyê xuşk û birayên Efganî yên bi navê Hêlîn û Îrfan Ehmedî ve li Heratê hatiye çêkirin. Film behsa cudakariya zayendî li Efganistanê dike û çîrokek e li ser keçan ji mafê xwendinê bêparkirin û dilgiraniya birayekî ji ber muameleya li hemberî xwişka wî te kirin digre nav xwe.

Kurtefilm balê dikşîne ser qedexeya xwendina jinan. Hêlîn û Îrfan diyar kirin ku armanca çêkirina vê fîlmê nîşandana bandorên qedexekirina perwerdeyê li ser jiyana jin û keçên Efganî ye. Malpera Festîvala Kurtefîlman a Ciwanan daxuyaniyek weşand û tê de teqez kir ku ev kurtefilm encamên cudakariya zayendî ya li ser jin û malbatan, koçberiya bi darê zorê ya malbatên Efganî, bêdengiya mêran li pêşberî biryarên der barê bêparkirina keçan de nîşan dide.

Hêlîn Ehmedî piştî qedandina pola şeşan ji xwendinê bêpar ma û birayê wê Îrfan Ehmedî hêvî dike ku bi serketina vê kurte filmê xwîşka wî bigihêje xwendinê.

Festîvala kurtefilman "Plural+" ji sala 2009’an vir ve, ji aliyê ofîsa "Yekîtiya Netewên Yekbûyî ya Şaristanan, UNAOC" û Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê ligel toreke zêdetir ji 50 rêxistinan li seranserê cîhanê, ji bo ciwanan tê lidarxistin. Festîval hewl dide ku ciwan dîtinên xwe yên afirîner bi cîhanê re parve bikin.

NÛJÎNHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.