Dahomey yan jî tarîtiya sedsalan

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Kanûn 2024 - 00:44

  • Belgefilma bi navê Dahomey dizî û talana mêhtingeran a li Efrîkayê tîne ziman. Piştî salên dûr û dirêj mêhtinger ji bo heysîyeta xwe xelas bikin tiştên dizine vedigerînin cihê wan ê eseh. Derhênerê belgefilmê Matî Dîop bi çavê berhemekî hunerî ku ew beriya 130 salan ji welatê xwe sirgun bûye bi meseleya talanê dadikeve.

ROGER FEDERÎCO

“Ew cihê biyanî ew çend tarî bû ku ez di nav xewnên xwe de winda bûm û bi van dîwaran re bûm yek. Weke miriyekî…miriyekî ji welatê xwe dûr ketibe.”

Sirguniya 130 salî bi dawî dibe. Berhemên hunerî yên ku di sala 1892’an de ji hêla yekîneyên leşkerî yên Fransiyan ve hatine talankirin û dizîn nîşaneya mêhtingeriya Ewrûpayê ne. Mêhtingeriya bi salan ya ku mal û milkê Efrîkiyan talan kirin û bi salan li muzexaneyên xwe nîşanî xelkê dan. Ev berhemên hunerî piştî 130 salan li cihê wan ên esas ango li mala wan hatin vegerandin. Rêwîtiya 26 berhemên hunerî yên ji Parîsê ber bi Benînê…Berhemên xwedî heman birîna nekewiyayî. Berhemên ku ji kokên xwe hatine dûr xistin. Piştî sirguniya bi salan berhemekî hunerî dikare ji me re çi bibêje? Heger ew bi ziman bikeve ew ê behsa çi bike ji me re, sirgunî û tarîtiya salan ew ê bi çi hest û nihêrînê bîne ziman…Belgefilma Dahomey bi veger û sirguniya van berheman daketiye. Berhemên ku bi salan di tarîtiyê de mane û ji warên xwe dûr ketine. Derhênera belgefilmê Matî Dîop ku bi eslê xwe Senegalî ye lê li Fransayê çêbûye û mezin bûye, karekî serketî, kurt û bi derb derxistiye holê. Ji xwe ji ber vê serketina xwe di sala 2024’an de li Festîvala Filman A Berlînê (Berlinale) xelata “Hirça Zêrîn” wergirtibû û weke filmê herî baş hatibû neqandin.

26, vegere mala xwe!

Belgefilma Dahomey bi axavtina yek ji van berhemên ku di wextê de hatiye talankirin û bi salan di tarîtiyê de ji welatê xwe dûr maye, dest pê dike. Nimreya 26 li vî peykerî kirine…weke ku peyker jî dibêje ne navekî din tenê nimreya 26! Peyker 26 di tarîtiyê de diaxive, em li ser ekrana reş dengê vî peykerî dibihîzin. Beriya ku ew bi rê bikeve (bi balafirê wan dişinin welatê wan) û vegere welatê xwe behsa tenêtî, bêwelatî û tarîtiya sedsalan dike. Bi dengekî ku mirov dilerizîne serpêhatiya xwe vedibêje. Piştî tarîtiyê axavtin diqede û em dibînin ku ev berhemên hunerî ji bo li welatê wan werin vegerandin, tên hazirkirin. Komeke pispor, bi baldarî van peykeran dixin qutiyên (ji textikan hatine çêkirin ev qutî) mezin û çawa ku “darbest”an hazir bikin bi van peykeran dadikevin. Peykerê me yê bi navê 26 jî dixin yek ji van darbestan û bizmaran di ser de dikutin. Dîmen dîsa tarî dibe û em dengê peyker 26 dibihîzin; “Çima bi navê min ê rastîn bangî min nakin? Qey navê min nizanin? Êdî tu dikarî biçî, 26 vegere mala xwe! Derkeve ser rûyê dinyayê. Birayên xwe li pişt xwe bihêle, jibîrkirî û bênav. Vegera malê? Li deverên din tiştên çi li benda min in?” 

Welatê di xewnan de winda bûye

Berhemên me yên talankirî ku bi salan di tarîtiyê de mane bi vî awayî vedigerin welatê xwe. Xelkên li welat (Benîn) bi şahiyan vê vegerê pîroz dikin û pirr kêfxweş dibin. Lê ev veger ne vegereke ji rêzê ye û li ser vê vegera kolonyalîstan her kes heman tiştî nafikire. Bivênefê fikrên ji hev cûda yên li ser vê vegerê derdikevin holê. Axir peykerên me ango berhemên me yên hunerî tên li welatê xwe, li muzexaneyekê bi cih dibin. Ev ne ew welate ku wan tim di xewnên xwe de dîtiye. Piştî li muzexaneyê tên bi cih kirin xelk tên serdena van peykeran, lê xelkên tên serdanê bêhtir elît in. Gelek ji wan jî matmayî ne û li vê vegerê ecêbmayî dimînin. 

Nîqaşa nifşê nû ya li ser mîrasa çandî

Lê di vir de derhêner sehneyeke bêhempa di belgefilm de bi cih kiriye û pevxistineke afirîner hûnandiye. Wê berê kameraya xwe daye ser nîqaşeke ciwanên Benînê, nîqaşeke ku di şêwaza forûmekê de hatiye lidarxistin. Ciwanên Benînê di vê forûmê de fikr û nihêrînên xwe yên li ser peykeran tînin ziman û nîqaşeke pirr xweşik ava dibe di navbera wan. Bi saya van nîqaşan em bertek û helwesta xelkê Benînê yên li hember van peykeran jî fêr dibin. Yanî derhêner cih nedaye nihêrînên pisporan ên ku di vî warî de xebitîne. Di belgefilmên wiha de bêhtir pispor derdikevin û nihêrînên xwe tînin ziman. Lê derhêner Matî Dîop ji vî tiştî reviyaye û ruhê belgefilma xwe bi nîqaşên vê forûmê ava kiriye. Li gel ku forûm dirêje jî qet mirovan aciz nake û bi her awayî xizmeta belgefilmê dike. Çend gotin ji vê forûmê wiha ne;

-Ez bi qenala Disneyê mezin bûm. Min tim li Avatar, Tom û Jerry temaşe kir. Lê anîmasyoneke ku behsa Behanzin bike ti carî derneket pêşiya me. Berhemekî ku behsa mîrasa me ya çandî bike min nedît di zarokatiya xwe de. Gava ez zarok bûm min nezanî ku mîrasa me ya çandî talankirine û birine dervayî welat. Her wiha kesî rojekê negot ewê ev berhem kêngî li me vegerin. Ji ber vê yekê mîras, çand, dîrok, jiyan û ruhê min bi sedê salan e li cihekî din e. Bêyî ku fikrekî min li ser vê mîrasa min a çandî çêbibe û bizanibim ew li deverên dûr dîl in mezin bûm.

-Armanc li vir ne ew tişt e ku xelkê Benînê bextewar bikin. Armanca vegerandina van berhemên hunerî heysîyeta Fransa ye, dixwazin bi vî awayî ji nûve heysîyeta xwe ya windayî xelas bikin û Fransayê weke dewleteke baş nîşan bidin. Ji lewma Fransa hêza xwe ya li Efrîka roj bi roj winda dike.

-Vegerandina van berhemên hunerî heqareteke mezin e! Ji nava 7.000 berhemî tenê 26 heban şandine. 

-Em wisa difikirin, wan ji me 7.000 berhem dizîn. Lê tenê 26 heban li me vegerandin. Ev destpêkek e û em ji vê yekê razî ne.

-Vegera van berheman ne serketina hikûmetê ye. Vê yekê baş bizanin, ev serketina serhildanên rabuhiriyê ne, serhildanên xwestekên bêdeng.

Ruhekî helbestî yê belgefilmê heye

Belgefilma Dahomey qederê saetek û deh deqîqe diajo. Mirov dikare bi rehetî bibêje ku derhêner Matî Dîop kameraya xwe kiriye çavekî çê ku çavdêriyên xurt dike. Ew bi hûrgiliyan û enstantaneyên hest tenik ruhekî ava dike ji bo belgefilmê. Ruhekî xweşik ê belgefilmê heye û weke helbestekê diherike belgefilm. Wê vegera van peykeran bi dîmenan aniye ziman û zimenekî pirr sînematîk ava kiriye ji bo vê vegerê. Matî Dîop vegera peykerên ku bi sedê salan di tarîtiyê de mabûn bi vegotineke klasîk şirove nake lê zimanekî nûjen ê sînemayî tercîh dike. Belgefilm nihêrîna mêhtingeran, dizî û talana wan a li Efrîka pirr xweşik tîne ziman û nîşan dide bê ka mîrasa çandî ya xelkekî çiqas girîng e. Xelkên mêhtî li ser talana vê mîrasê çi difikirin û vegerandina mîrasa çandî ya bi destê mêhtingeran bi çi awayî şirove dikin. Belgefilma Dahomey bi van mijaran dadikeve û belgeyeke xweşik dihêle ji dîroka sînemayê re. Her wiha ji mêhtinger û kesên hatine mêhtin re jî gelekî pirs…pirsên ku bersiva wan jî di tarîtiyê de veşartî ye, eynî weke van peykeran.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.