Ji bo aştiyê me dest bi kampanyayê kir

Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:20

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî kampanyaya îmzeyê ya “Aştiyê dixwazim ji ber ku” wiha got:”Me bi ve kampanyayê re gelek xebatên din jî meşand. Gel bi tevlibûna xebatan vîna xwe nîşan da. Me ev kampanya ji bo xatirê aştiyê da destpêkirin, ji ber ku gelê me êdî li benda aştiyê ye.”

Di 17’ê Îlonê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kampanyaya îmzeyê ya bi dirûşma “Aştiyê dixwazim ji ber ku” dabû destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kampanya berdewam dike. Îmzeyên ku hatine komkirin dê radestî Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê bên kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn têkildarî kampanyayê axivî.

Abbas Şahîn diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo dest pê kir û got: “Ev pêvajo ji heman pêvajoyên din cudatir e. Di vê pêvajoyê de derket holê ku divê hişmendiya desthilatê jî were guherandin. Ji bo ev pêvajo wekî pêvajoya guherandinê hat dîtin. Ev pêvajo ji bo bi ser bikeve rêyeke dirêj li pêşiya me ye. Pirsgirêken 100 salan hene ev jî bi çend rojan çareser nabin. Me jî ji bo pêvajo were fêmkirin gelek xebat li dar xist.”

Abbas Şahîn anî ziman ku kampanyaya îmzeyan a “Aştiyê dixwazim ji ber ku” berî mehekê dest pê kir û di dawiyê de ev yek got: “Me bi ve kampanyayê re gelek xebatên din jî meşand. Gel bi tevlibûna xebatan vîna xwe nîşan da. Me ev kampanya ji bo xatirê aştiyê da destpêkirin, ji ber ku gelê me êdî li benda aştiyê ye. Li Amedê bi deh hezaran îmze hatine komkirin. Kampanya hê jî berdewam dike. Em ê van îmzeyan bişînin Meclîsê. Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya îmzeyan didome. Em aştiyê dixwazin ji ber ku xeyala me ya komareka demokratîk, jiyanak hevpar heye. Em aştiyê dixwazin ji ber ku ev ax aidî me ye. Em naxwazin pêşeroja xwe qurbanî şer bikin. Em aştiyê dixwazin ji ber ku divê Abdullah Ocalan azad be.”

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.