Mihrîcan bi belgefilman dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Kanûn 2024 - 00:33

Di çarçoveya Mihrîcana Kîjan Mafên Mirovan a 14’an de ku li Amedê tê lidarxistin belgefilmên “Gotûbêjin” û “Kûçikên Kolanan ên Stenbolê” hatin nîşandan.

Mîhrîcana Kîjan Mafên Mirovan ku di navbera 14-18ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê bi awayekî hemwext dest pê kir û bi nîşandana filmê Şarap Rengi Deniz (Behra Di Rengê Şerabê De) li Çand Amedê dest pê kir. Mihrîcan bi hevkariya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê Koma Documentaristê ve tê lidarxistin.

Mihrîcanê duh jî bi nîşandana belgefilmên “Gotûbêjin” û Kûçikên Kolanan ên Stenbolê berdewam kir. Her du belgefilm jî li Eywana Sînemayê ya Çand Amedê hatin nîşandan.

Gotûbêjin

Filmê Gotûbêjin ku derhênera wê Nîmet Gatar e axaftinên bi kurdî û tirkî tê de cih digirin û bi jêrnivîsa ingilîzî ye. Ji ber di belgefîlmî de qala serpêhatiyên jinan dikin weke Gotûbêjin nav li belgefilmî hatiye lê kirin. Di belgefilmî de ji bilî jiyana rojane ya jinan, nêrîna jinan a li ser mêrsalariyê û mêrtiyê, rewşa jinan, sekna polîtîk a jinên kurd cih digire.

Kûçikên Kolanan ên Stenbolê

Derhênerê filmê Kuçîkên Kolanan ên Stenbolê jî Serge Avédikian e axaftinên bi Fransî, Tirkî û Ingilîzî tê de cih digirin û bi jêrnivîsa Tirkî û Ingilîzî ye.

Belgefilm behsa serpêhatiya kêsên li Stenbolê ku bi van kûçikan re têkilî danîne dike. Behsa zehmetiyên jiyana bi hev re ango hevpar a mirovên li Stenbolê dike. Her wiha ji rabuhiriyê ta îro têkiliyekê jî ava dike û nîşan dide bê ka xelkên li vir bi van kûçikan re çawa jiyane û bi van kûçikan re nêzîkatiyeke bi çi rengî ava kirine.

AW/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.