Nivîskar û ramanger Rênas Jiyan li ser hesabê xwe yên medyaya civakî da zanîn ku dewletê romana wî ya bi navê “Kavirên Anarşîst” qedexe kiriye. Ji bilî vê romanê gelek pirtûk û kovarên Kurdî jî di lîsteyê de hene.
Rênas Jiyan qedexeya romanê got; “Romana min "Kavirên Anarşîst" dewletê qedexe kiriye, ez şermezar dikim, ev hunerkujî ye, hovîtî ye, wêjenenasî ye, qedexekirina zimanan e, qedexekirina kurdî ye. Ezê li her qadê romana xwe biparêzim, ez li her qadê kurmancî biparêzim.”
NAVENDA NÛÇEYAN