- Folklornas Yilmaz Beyazgul ku bi salane li ser folklorê û stranên gelerî dixebite behsa govendên li Kurdistanê kir. Her wiha wî behsa “Govenda Qimil” jî kir ku di çanda Kurdan de cihekî taybet digire û xelk bi vê govendê serpêhatiyên xwezayî anîne ziman.
FIRAZ BARAN / BIELFELD
Me bi folklornas Yılmaz Beyazgul re hevpeyvînek têr û tije kir. Mijara me govendên Kurdistanê bû. Got: “Ev mijarek dûr û dirêj e. Lê em dikarin çend gotinan bikin û hinek mînakan bidin.”
Me jê pirs kir: “Bi sedan govendên me hene. Gelo hûn govendên me çawa dabeş dikin?” Got: “Govendên kar hene. Govendên sewalan, govendên şer hene. Her wiha govendên şînê, govendên bûk û zava û hwd.”
Govendên kar
Yilmaz Beyazgul govendên kar jî dabeş kir û got: “Govendên tirpanê, dasê, çandiniyê, cot û bêderê, meşk, teşî, destar, mîrkût û dankûtê hene. Her govendê stranê xwe çêkiriye. Li Kurdistanê hin herêm bi devkî govenda xwe digerînin, hin herêm jî bi def û zirne, bi kemençeyê û hwd.”
Qimil keda salê pûç dike
Yilmaz Beyazgul bal kişand ser govenda Qimilê. Got: “Ev govend bandorê li mirovan dike. Ji ber ku keda te winda dibe. Qimil tê û keda salekê dixwe. Pêşiya te zivistane û tu li ber zarokan bêçare dimîne. Gelê me ev êşa xwe bi stran û govendê aniye ziman.”
Ka em li gotinên stranê binêrin:
Îsal jî tenê nehat qimil qimil qimilo
Qimil xwar û dawî hat ha ho ji destê qimilo
Zar û zêç tev birçî man qimil qimil qimilo
Xela bi serme de hat ha ho ji destê qimilo
Hat qimil li rojhilat qimil qimil qimilo
Genim xwar û dawî hat ha ho ji destê qimilo
Min xwestî bûk zava bim qimil qimil qimilo
Qelenê bûkê der nehat ha ho ji destê qimilo
Hemed wêrî ber bi baye qimil qimil qimilo
Qimil hate bi refaye ha ho ji destê qimilo
Tev de li genim bela bûn qimil qimil qimilo
Genim xwarin ma ka ye ha ho ji destê qimilo
Wî lo apo lo kokimo wî de apo lo pişt xaro
Wî lo apo Hemed wêrî lo ber bi baye
Ê de qimil hate lo bi refaye
Wî de genim xwarî lo mayi ka ye
Were apo wê çax bi halê me lo feqîraye
Govenda Qimilê
Folklornas Yilmaz Beyazgul govenda Qimil jî wiha anî ziman: “Qimil kêzikek e û zirarê dide çandiniyê. Pêşandan bi şiyarbûna lîstikvanan -ji xewê- dest pê dike. Piştre diçin zeviyê û genimê xwe diçînin. Bi duayan bang li Xwedê dikin. Demên berê derman tunebûn. Lîstikvan bi tiliyên xwe axê dikolin û qimilan dikin nav pariyên xwe û bi hêrs wan diperçiqînin. Paşê genim berhev dikin û lîstik diqede.”
Yilmaz Beyazgul dibêje: “Lîstik wisa diqede lê stran li ser mirov tesîr dike. Stranên gelerî di nav dîroka gelê me, li ser rêya sedan û hezaran salan de hatine. Gelê me stranên herî hêsan û herî bi bandor parastine û derbasî îro kirine. Hinek stranên gelerî hene ku îro em nikarin stranan wisa bi bandor çêbikin. Ev karê dîrokê ye.”
*Ev nivîs ji malpera kovara Huner hatiye girtin.