Berendamên Xelatên Oscarê diyar bûn

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Kanûn 2024 - 00:06

Akademî ku her sal Xelatên Oscarê belav dike niha Kurtelîsteya Filmê Herî Serketî yê Navneteweyî eşkere kir. Di nav vê lîsteyê de 10 film hene. Roja 17'ê meha Çile ya 2025’an hem ev, hem jî berendamên din wekî lîsteya dawî (ji 5 berendaman pêk tê) dê bê eşkere kirin.

Li gor bernameyê roja 2'yê Adara 2025'an de dê Xelatên Oscarê bêne belav kirin. îsal wê Conan O'Brien pêşkêşvaniya merasima xelatdayînê bike. Xelatên Oscarê ew ê cara 97’an werin belavkirin. Sala çûyî filma Oppenhaimer 7 xelatan wergirtibû û mohra xwe li merasîmê xistibû.

Va ye 10 berendamên di Lîsteya Filmê Herî Serketî yê Navneteweyî de:

The Girl with the Needle (Danîmarka)

I'm Still Here (Brezîlya)

Universal Language (Kanada)

Waves (Komara Çek)

Emilia Perez (Fransa)

The Seed of the Sacred Fig (Almanya)

Touch (Îzlanda)

Kneecap (Îrlanda)

Vermiglio (Îtalya)

Flow (Letonya)

Armand (Norwec)

From Ground Zero (Filistîn)

Dahomey (Senegal)

How to Make Millions before Grandma Dies (Tayland)

Santosh (Kraliyeta Yekbûyî)

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.