• Li ser penaberiya Kurdên ji Başûrê Kurdistanê li Belarûsê asê man, yên li Fransayê li daristanan dimînin, û gotinên wan, ez gelekî hizirîm. 

Li ser penaberiya Kurdên ji Başûrê Kurdistanê li Belarûsê asê man, yên li Fransayê li daristanan dimînin, û gotinên wan, ez gelekî hizirîm. Çawa mirov bibêje, "Du rê li ber min bin, yek vegera Kurdistanê ya din mirin, ez ê berê xwe bidim mirinê"?

Heta jixwe wisa jî kirin, berê xwe dan mirinê û 27 penaber di behsa cemidî ya Manchê de xeniqîn. Yanî maneya ku ew li Kurdistanê bar dikin û ya ku wan berê li Kurdistanê bar dikir guheriye. Welatekî azad, gava nebû para nifşekî û xweşî lê nebû para wan, maneya lê bar kirine guherî.  

Li ser destê bavê min şûneke weke cihê şewatê hebû. Ez ê paşê hîn bibûma ku wî bi xwe bi kezabê şewitandiye gava nûciwan bûye. Li ser destê wî deqek hebûye. Esas sê xal, gava mirov wan bi xêzên xeyalî bigihîne hev dibin sêgoşeyek. Lê wê deqê gava ew têgihiştî bûye, ew aciz kiriye û wî ew jê biriye. 

Li ser enî û zeniya pîrika min jî deq hene, deqên besît, li gorî wê di dema xwe de ji ber ku bedew bûn keçan ew çêkirine.

Yanî maneya îro ji bo wê li wan barkirî, xeml e. Herçî sembol in, ew bi maneya mirov û civak li wan bar dikin hene. Gava behsa hebûnê dikim jî ez behsa hebûna dikare bê naskirin, hîskirin, dikim. Naxwe hebûna tişteke kes pê nizane, kes wê hîs nake, manedar nîne. Hebûn û nebûn di rewşeke wiha de ji hev cihê nabin.

Ardîn Dîren îro bi Fatma Temel re peyiviye. Ew di sohbeta xwe de dibêje, "Deq bi me re dipeyivin, lê em ji wan fêm nakin".

Fatma Dîren jineke ciwan e ku li Amedê li gorî rêûresma Kurdî bi tenî û şîrê dayikan deqan bi derziyê li ser laşê mirovan çêdike. Ew maneyê li deqên xwe û li rêûresmê bar dike. Gava vê dike, "lêdikole" û hewl dide li gorî rêûresma pê hisiyaye, dîtiye, bihîstiye vê bike. Heta niha jî motîfên ji vê rêûresmê çêdike. Lê çavê wê lê ye, bi xwe jî hin motîfan çêke. Gava ev motîf li gorî hizrên rêûresmê çêbûn, ew ê jî bibin ji wê rêûresmê. Ji ber ku mane di wê cihokê re diherike. 

Di manedarkirinê de niyeta kesa maneyê bar dike esas e. Yanî heger mirov li darekê maneya jiyanê bar dike, ew ji niyeta mirovî ye. Heger em di hin sembolan de xwe, civaka xwe, malbata xwe, eşîra xwe yan jî bibîranîke xwe dibînin, maneya sereke ya li wan barkirî ya ku dike ku em vê têkiliyê deynin, niyeta manebarkirina li sembol e. Paşê pêvajoya manebarkirinê û qonaxên manebarkirinê hene. Mirov dikare di her qonaxê de maneyên cihê li hin sembolan bar bike. Min yeqîn e, ji mîta Newrozê çêtir ya ku vê ji bo me Kurdan darîçav bike, nîne. Maneya em îro lê bar dikin û ya ku beriya bi 30 salan, yan jî di destpêka sedsalê de lê dihat barkirin, ji hev gelekî cihê ne. 

Naxwe em dikarin bibêjin, maneya bavê min li deqê bar dikir, ji ber sedemên hin guhertinan bûn. Ev jî esas darîçav in: Dewlet hatiye gund bi dibistanê. Malbat ji gund derdikeve diçe navçeyê û çanda li navçeyê, tevî modernbûna dewleta Tirk bi xwe re tîne, dinya têgihiştinê ya bavê min û ya dayika wî ya ku destê wî deqandî ji hev bi temamî cihê dike. Nas kirin, bipêşketina nasnameyê û xweîfadekirinê pêvajoyên gelekî tevlîhev ên avakirina ferdî û civakî ne. Ew herî zêde jî bi sembol û manedarkirina wan bi gewde dibin.