- NASA'yê wêneyên pêşî yên teleskopa fezayê James Webb Space Telescope weşandin.
NASA'yê wêneyên pêşî yên teleskopa fezayê James Webb Space Telescope weşandin. Wêne bê mubalexe, mûcîzeyên gerdûnê nîşan didin.
Yek ji wan jî wêneyên nebûlayeke nêzîkî dinyaya me ye. Ji dûr ve weke erdekî çiyayî û bi newal xuya dike. Lê esas ew malzarokeke ji bo stêrkeke ku wê nû çêbe. Navê vê koma mezin a gazan Nebûlaya Carina ye. Ev wêne cara yekê ye ku deverên berê nedihatin dîtin ên vê malzaroka stêrkan nîşan dide.
NAVENDA NÛÇEYAN