Malîkî çav berda hikûmetê

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 13 Cotmeh 2021 - 01:06

  • Hilbijartinên li Iraqê careke din nîşan da ku aliyên parçebûyî yên herî qels in. 

Hilbijartinên li Iraqê careke din nîşan da ku aliyên parçebûyî yên herî qels in. Bi her halî Koma Sadr a ser bi oldarê Şîî Muqteda es Sadr karî deng û kursiyên herî zêde di hilbijartinê de bi dest bixe. Wî di parlamena 329 kursiyî de li gorî encamên destpêkê, herî kêm 70 û li gorî hin çavkaniyan jî nêzî 80 kursiyan bi dest xistine.

Muqteda es Sadr serketina xwe ragihand û di bernameya televîzyonê de soz da ku ew ê li dijî karên nelirê yên li welêt têkoşe. Es Sadr hişyar kir û xwest dewletên biyanî tevlî nav karê avakirina hikûmetê nebin.

Li gorî encamên fermî yên nemisoger Partiya Teqadûm a bi lîderiya Serokê Meclîsê yê Sûnî Muhammed Halbûsî 38 kursî bi dest xistin. Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya Serokwezîrê Berê Nûrî El Malîkî jî 37 kursî wergirtin.
Nûrî Malikî tevî vê jî hewl dide li parlamenê koma herî mezin bide avakirin. Ji bo vê ji niha ve kar dike û dest bi serdana aliyên siyasî kir. 

Li gorî agahiyan Malikî dixwaze careke din bibe serokwezîrê Iraqê, ji bo vê jî bi her awayî kar dike. Li gorî encamên destpêkê û ne fermî, Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nurî Malikî 37 kursî (heya 40 kursiyî) bidest xistine û piştgiriya 5 parlamenteran jî wergirtiye. Bi vî awayî hejmara kursiyên xwe heta 45´an jî biriye.

Eger Nurî Malikî piştgiriya YNK, Hevpeymana Fetih, Hevpeymana Ezim, Hevpeymana Pêşkewtî jî bigire, ew ê bi giştî bigihîje 132 kursiyî. Lê ev têra pirraniya qanûnçêkirinê nake.

Komîsyona hilbijartinê diyar kir ku tenê ji sedî 41´ê hilbijêran dengê xwe dane. Ev rêje ji tevlîbûna hilbijartinên sala 2018’an jî kêmtir e ku hingî ji sedî 44.5 ê hilbijêran dengê xwe dabûn. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.