Mala şanoyê du rojan Kerkûk e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 00:21

Bi meş û çalakiyên hunerî yên cûr bi cûr Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê dest pê kir; gelek hunermendên deverê, yên Iraqê û yên ji derveyî Iraqê tê de amade bûn. Di Festîvalê de du şanoyên koma navneteweyî ya bajar, li Festîvalê hatin nîşandan. Festîvalê bi amadebûna Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîy û hunermendên bi tecrûbe yên li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Îtalya û gelek welatên din dest pê kir.

Merasîma festîvalê ji salên buhirî cudatir dest pê kir, bi def, bilûr û dîlanê, hunermend û xelk, li kolanên bajêr bi gotina stranan û bi muzîkê ji baxçeyê Kela Kerkûkê heta bi Navenda Çanda Kerkûkê meşiyan. Ew bi şanoyeke Muxtar Mihemedî hatin pêşwazîkirin; ev şano behsa zarokên Kurdan dike yên ku hertim bûne qurbaniyên komkujiyên dagirkeran û dibêje, civaka navneteweyî li hemberî van komkujiyan bêdeng e.

Di dewama merasîmê de Serokê Festîvala Şanoyên Kolanan a Kerkûkê Nejad Necim axivî û xêrhatina mêvanên festîvalê kir û malavahiya Wezîrê Çandê û aliyên Herêma Kurdistanê kir ji ber ku piştevaniya lidarxistina vê festîvalê kirine. Wezaretê 38 milyon dînar ji bo festîvalê terxan kirine.

Hunermend hatin xelatkirin

Paşê Wezîrê Çandê û Rêveberiya Çand û Huner ê Kerkûkê gotarek pêşkêş kir. Her wiha hinek hunermendên mîna Hewar Faris, Ala Umer, Nizar Selamî, Ehmed Selar û hinek hunermendên din hatin xelatkirin.

Piştî merasima Festîvalê, du komên şanoyê yên Kerkûkê di beşa pêşbirkê ya festîvalê de derketin ser dikê. Ya yekem komeke şanoyê bi şanoya ‘Hêza niştimanî’ bi derhêneriya Îmad Mehdî ku komediya li ser sîstema gendeliya desthilatê bû, hate nîşandan. Şanoya duyem jî bi navê ‘Herac’ ji aliyê Peymangeha Hunerên Bedew a Kerkûkê ve hatiye çêkirin û ew jî behsa xwesteka otorîter a pereyan dike ya ku bûye sedema gelek pirsgirêkan li herêmê.

Festîval îro bi dawî dibe. Li cihên cuda yên Kerkûkê, îro saet di 10’an de şano tên nîşandan.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.