Huseyîn Arasan ji malbateke ji Stêwrê ye, lê ew li Izmîrê hatiye dinê. Ji ber kar û barên siyasî ew li Tirkiyeyê tam 16 salan di hepsê de ma. Ji sala 1999'an heta sala 2006'an, piştre ji 2009'an heta heta 2014'an, piştre 2 salên din û piştre 2 sal û nîve din. Yanî berdêla doza azadiyê zilma dewleta Tirk a bê hed û bê hesab bû. 

Sala 2019'an berê xwe da Başûrê Kurdistanê, ew penaberê siyasî bû. Li wir bû endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê. Qatilên tirsonek, li devê deriyê avahiya komeleyê, 3 gule berdanê; 9'ê Hezîrana 2023'yan. Ew birîndar birin nexweşxaneyê, lê Huseyîn Arasan li nexweşxaneyê şehîd bû.

Ev ne tenê serpêhatiyeke ferdî ye. Ev ne tenê şehîdkirina Huseyîn Arasan e. Ev eybeke mezin a neteweyî ye ji bo Kurdan ku qatilên welatên dagirker, dikarin welatparêz û siyasetvanên Kurd halo bi hêsanî şehîd bikin. Îran hem li Hewlêr û hem Silêmanî, Tirkiye hem li Hewlêr, hem li Silêmanî û hem jî li Dihokê vî karî dike. Lê vî karî ne bi tena serê xwe dike. 

Di şehîdkirina Huseyîn Turelî de em vê yekê eşkeretir dibînin; 17'ê Nîsana 2023'yan qatilên MÎT'ê ew bi heft guleyan li Family Mallê şehîd kirin. Gulana par jî qatilan êrişî wî kiribû. Ti pirsgirêk û dijminatiyên wî bi kesî re nebûn. Piştî şehîdkirina Turelî, midûriyeta polêsê Sêmêlê, îdîa kir ku nasnameya êrişkar hatiye tesbîtkirin. Helbet rayedarên PDK'ê bi nasnameya qatil dizanin, lê ew negirtin jî. Nûçeyên çapemeniya Tirk xweşik eşkere dikin û êrişa MÎT'ê bû. Lê li Dihokê MÎT du caran êriş bike û PDK tiştekî neke, eşkere nîşan dide ku Parastina PDK'ê û MÎT'ê ev kar bi hev re kiriye.

KCK'ê piştî şehîdkirina Huseyîn Arasan jî daxuyaniyek da pêr û got, Huseyîn Arasan bi hevkariya MÎT û Parastinê hatiye şehîdkirin, û peyama hesabpirsînê da.” KCK'ê bi berferehî behsa tevna sîxuriyê ya ku bi alîkariya PDK'ê tê avakirin, kir û her wiha rola baregehên MÎT'ê yên li Kerkûkê jî hatin bibîrxistin. Wê hem dewleta Iraqê û hem jî PDK hişyar kir û bal bire ser wê yekê ku ew ê gavên pêwîst ji bo bersivdana komkujiyan biavêje.  

Lê ma penaberên ji Bakur ên li Başûr, ew divê çawa bikin? Ma mirov endamê komeleyeke civaka sivîl be, yan jî karsazek be û penaberekî siyasî ji Bakurê Kurdistanê be, divê êdî çawa xwe biparêze li Başûrê Kurdistanê? Diyar e ku hêzên bi MÎT'ê re hevkariyê nakin bi kêra parastina xelkê nayên û yên ku hevkariyê dikin jî li mala xwe dikarin karsazekî bi MÎT'ê bidin şehîdkirin, sîxuran ji MÎT'ê bi rêxistin bikin û qatilên reviyayî bihewînin û biparêzin.

Wiha diyar e ku halê hazir, xwebirêxistinkirin û xweparastin ji bo vê civaka ji Bakur a li Başûrê Kurdistanê yekane rê ye. Yanî misogerkirina ewlehiya canê xwe, lazim e ew xwe bi rêxistin bikin. Bangên li hikûmeta Hewlêrê, yên li aliyên Silêmaniyê û yên li hikûmeta Bexdayê diyar e ne karîger in. Tevî ku şerm û eybeke jê mezintir nîne ku kesên xwe spartine te li mala te bên şehîdkirin, diyar e hîsa şerm û eybê jî nemaye li cem rayedarên Başûr, ji xwe yên PDK'ê li mala xwe van mirovan yan didin şehîdkirin yan jî bi xwe şehîd dikin. Ji ber wê, li ku dibe bila bibe, welatparêzên tevgera Azadiya Kurdistanê, eynî weke li Mexmûrê lazim e parastina xwe bi rêxistin bikin. Divê qatil nikaribin xwe nêzî wan bikin û heger xwe nêzîk jî kirin lazim e berdêla wê bidin.