- Akademiya Ma Musicê, şahiya "Rojên Ma Musicê" yên 4’an da destpêkirin û wê îsal ev roj diyarî mîrê bilûrê, Egîdê Cimo kirin.
Akademiya Ma Musicê, şahiya "Rojên Ma Musicê" yên 4’an da destpêkirin û wê îsal ev roj diyarî mîrê bilûrê, Egîdê Cimo kirin. Şahiyê li avahiya Ma Musicê ya li navçeya Amedê Peyasê dest pê kir. Hezkiriyên Cimo, hunermendên ciwan û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.
Hunermendên beşdarî şahiyê bûn, Egidî Cimo bi kilamên li ber meyê bi bîr anîn.
Yek ji perwerdekarên Ma Musicê, Mesûd Gever di şahiyê de axivî, behsa jiyan û serpêhatiya Egîdê Cimo kir. Wî qala mîrateya ku Egîdê Cimo ji muzîka Kurdî re hiştî jî kir.
Di şahiyê de bi kilaman û bi meya Egîdê Cimo ya ku can daye stranên Karapetê Xaço yên Lawikê Mêtînê, Bêrîvanê, Girê Sîra û stranên Radyoya Êrîvanê hatin gotin.
Beşdaran demeke dirêj lîland û ji bo hunermendan li çepikan xist.
Rojên Ma Musicê wê heta 9’ê Sibatê bi çalakiyên cuda dewam bikin.
MA/AMED