Lorika Domanu derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:23

Şahin Çiçek bi romana xwe ya bi Kirmanckî Lorika Domanu, behsa serpêhatiya sê zarokan dike yên ku ji qirkirina Dêrsimê yanî terteleya Dêrsimê ya 1938´an sax filîtîne. Roman ji weşanên Fam derket.  Roman bi gotinên, “Ji bilî hin navan, her tişta li vir dinivîse, rastî ye.”

Di romanê de Yemosa ku 9 salî di nava cenazeyan de sax difilite dibêje, “Xweziya ez dîn û şêt bibûma û tiştên hatin serê min nehatana bîra min.”  
Her sê karakterên sereke li Çemê Zixûr, di bin cenazeyên mirovên bi mîtralyozan hatine qetilkirin, sax filitîne. Didu jê bira ne û yê din pismam e. Yek ji wan birîndar e û her sê jî bi ruhekî her şikestî ne. Serpêhatiya di romanê de behsa piştî vê saxfilitînê dike. 

Heqîqeta 1938’an

Romana Lorika Domanu, metneke taybet e ku li wêjeya nivîskî ya Kirmanckiyê hatiye zêdekirin. Nivîskar bi vegotineke rewan, sade û bi îhtîmam behsa meseleyê dike. Nivîskar Şahin Çiçek hewl dide heqîqetê ragihîne û ji romanê diyar e ku kula dilê wî ev e: Heqîqeta Dêrsima bi çiya, kevir û ber, çem û rûbarên xwe birîndar.

DÊRSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.