Lîstika bi erzanî ya Tirk

Şemî 27 Tîrmeh 2024 - 02:35

Dewketa Tirk li rûniştinên 56’an ên Komîteya li Dijî Îşkence û Muameleyên din ên Zalimane, Dermirovî û Biçûkxistinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi ‘cezayê disîplîn’ê ‘’hiqûqî’ bike ango tecrîdê red bike li ser pirsên têkilî ‘cezayê disîplînê’ rayedarê Tirk nekarî bersiv bide û got ew ê piştre bi nivîskî bersivê bidin.

Parêzera OHD’î Rengîn Ergul diyar kir ku rayedarên dewleta Tirk di rûniştinên NY’ê de bersiv neda pirsên têkildarî “cezayên disiplînê” û wiha got: “Dê piştre bi nivîskî bersivê bidin. Em ê bişopînin.”   

Rûniştinên 56’emîn ên Komîteya li Dijî Îşkence û Muameleyên din ên Zalimane, Dermirovî û Biçûkxistinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 8’ê tîrmehê de det pê kiribûn, îro bi dawî dibe. Di çarçoveya rûniştinan de ji gelek welatan rêxistinên civaka sivîl di navbera 16-17-18’ê tîrmehê de raporên têkildarî binpêkirinên cur bi cur bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û The World Organisation Against Torture (OMCT) jî ji Tirkiyeyê tev li bûn û raporên xwe pêşkeş kirin.  

Di heman demê de Raportora Taybet a Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê Maeda Naoko têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşiyek kir. Cîgirê Midûrê Giştî yê Girtîgehan ê Wezareta Dadê Fatîh Gungor li ser navê Tirkiyeyê bersiva pirsan da. Gungor, tecrîd înkar kir û got ku hevdîtin ji ber “cezayên disiplînê” tên qedexekirin. 

Tecrîd spartin ‘cezayê disîplînê’

Parêzer Rengîn Ergul ku li ser navê OHD’ê beşdarî rûniştinan bû jî têkildarî  diyar kir ku yek ji pirsên derketî pêş têkildarî tecrîda li Îmraliyê bû û wiha domand: “Burokratên Tirk gotin ku cezayê muebbeta giran li birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn û mafên wî yên di qanûnan de rêz kirin. Qala sererastkirina têkildarî mafê hevdîtina bi malbat û parêzer re vegotin. Piştre jî îdia kirin ku ji ber cezayên disiplînê destûr nayê dayîn birêz Ocalan hevdîtinan bike. Komîteyê jê pirsî bê ka ev çend demeke cezayên disiplînê tên dayîn, qanûn çiqasî destûrê didin vê, dirêj ajotina cezayên disiplînê li Tirkiyeyê xwedî çarçoveyeke yasayî ya çawa ye û hincetên wan pirsî. Lê rayedarên Tirk di civînê de bersiva van pirsan neda. Wê piştre bi nivîskî bidin. Em ê bişopînin.” 

Qutkirina hevdîtinan êşkence ye

 Ergul bi domdarî got,’’Li  gorî rêgezên Mandela, qutkirina hevdîtina bi malbatê re ya bênavber qedexe ye. Her wiha tê gotin ku ji ber cezayên disiplînê nabe ku hevdîtin bên astengkirin. Tenê di rewşên îstîsnaî de ji bo demekî kin dikare were bisînorkirin. Di gelek belgeyên NY’ê de qutkirina têkiliyan a bi cîhana derve re weke îşkence û muameleya xerab tê qebûlkirin. Her wiha di biryarên DMME’yê de cezayên li ser hev ên li girtiyan tên birîn weke îşkence û muameleya xerab tê nirxandin.” 

Rojeva sereke divê tecrîd be 

Parêzer Ergul anî ziman ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere û tu bingeheke hiqûqî ya tecrîda girankirî tune ye û got,’’Divê di hemû qadan de mijara sereke ev be. Divê rejîma li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin rojeva sereke ya hemû Kurdan be.”

 MA/OMER IBRAHÎMOGLU/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.