Çalakiyên ‘Ji Ocalan re azadî’

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 02:40

Li Ewropayê çalakiyên bi çarçoweya Pêngava ‘‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ didomin. Bi vê çarçoweyê li Bremen û Gîessenê ya Elmanyayê panel hate di lidarxistin. Di panêlan de rola hêzên navnetewî yên di komplo û tecrîdê de hate desntîşankirin û hate gotin têkoşîna ji bo şikandina tecrîdê wê were geşkirin.

Çalakiyên bi çarçoweya pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ didomin. Meclîsa Jinan a Sêvê ya li bajarê Elmanyayê Bremenê ku bi çarçoveya çalakiyên Tîrêjên Rojê de xebatên xwe dimeşîne, li ser Komploya Navneteweyî û mafê hêviyê panel li dar xist. Endama MAF-DAD'ê parêzer Rengîn Ergul û siyasetmedar Fatma Kûrtûlan beşdarî panelê bûn. Di panelê de tecrîda li ser Rêber  Abdullah Ocalan û rola sazî û dewletên navneteweyî ya di tecrîdê de hate destnîşankirin. Her wiha behsa giringiya têkoşîna gelê Kurd ya di çarçoveya dawîlêanîna tecrîdê de hat kirin.

Helwesta saziyên navnetewî

Endama MAF-DAD'ê Parêzer Rengîn Ergulê, di serî de Dadgeha Mafên mirovan AEwropayê (AIHM), di pêvajoya pêşketinê Komploya Navnetewî de, bal kişand ser helwesta saziyên navneteweyî û wiha axivî: "Dema ku Tirkiyeyê Cezayê Darvekirinê da Birêz Ocalan, DMME'yê der barê dosyaya yekemîn a Birêz Ocalan de ji bo Tirkiyeyê biryareke nû da. Ji ber ku DMME wekî bersiva serlêdanên sekinandina darvekirinan digot ku "Ji ber ku Tirkiyeyê moratoryûm îlan kiriye tu kesî bi dar ve nake, loma ev nayê wateya binpêkirina mafê jiyanê."

Divê em ji têkoşîna xwe bawer bikin

 Lê piştî ku doza Birêz Ocalan çû ber destê DMME’yê ji Tirkiyeyê re got "Erê moratoryûm îlan kiriye û te heta niha kesek bi dar ve nekiriye, lê di meseleya Birêz Ocalan de ez ji te bawer nakim." Lê belê Konseya Ewropayê ku di bin banê heman dadgehê de ye û welatên Ewropî Birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Bi devê xwe dibêjin ku ji Tirkiyeyê bawer nakin lê Birêz Ocalan bi destê xwe radestî wê dikin. Loma her çiqas em serlêdanan ji bo saziyên navnetweyî bikin jî divê baweriya me ne bi wan bi têkoşîna me were. Têkoşîna me dê me bigihîne serkeftinê.”

Ji bo bêdengkirina Ocalan…

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê bi çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi beşdariya siyasetmedar Dîlek Ocalan û gelek Kurdistaniyan panel hat lidarxistin.

Di panelê de siyasetmedar Dîlek Ocalan axivî û diyar kir ku Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat, negihiştiye armanca xwe. Dîlek Ocalan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bo bêdengkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrîşî gerîla bike kete nava hewldanan.

Dîlek Ocalan bi bîr xist ku pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" ketiye sala xwe ya duyemîn û divê her kes di vê pêvajoyê de bêhtir têkeve nava hewldanan.

Di panelê de banga tevlîbûna meşa 16'ê Mijdarê wê li Kolnê bê lidarxistin, hat kirin. Panel bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Komplo hate şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li bajarê Bordeaux ê Fransayê hat şermezarkirin.

Kurdistanî ji bo şermezarkirina komployê li Qada Stalîngradê li hev civiyan û li ser pira Pont de Pîre ber bi kolana Saint Michel ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Meş li Qada Vîctorîa bi dawî bû û li wir mîtîng hat lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di axaftina de hat diyarkirin ku heta dawî li komploya hêzên modernîteya kapîtalîst were wê ev têkoşîn bidome.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.