Bakur peyameke xweş da

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 02:30

  • Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku tevlî Mîtînga Azadiyê ya li Meydana Stesyonê ya Amedê bûyî diyar kir gelê Bakurê Kurdistanê bi tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê peyameke xweş dane dewleta Tirk û hêzên ku Rêber Ocalan teslîmî Tirkiyê kirin û xwest ku kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ bidome.

Bi çarçoweya Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an li tevahiya cîhanê li 74 navendan hatibû destpêkirin li Amedê Mîtînga Azadiyê hate lidarxistin bi mebesta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were şermezarkirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan were xwestin.

Li gel zext û zordarî û astengiyên polîsên Tirk jî ji gelek bajarên Kurdistanê gel berê xwe da Amedê û li deverên ku gel hatî astengkirin çalakiyên curbecur hatin lidarxistin û ew dever kirin Mîtînga Azadiyê. Xasma jî girseya Mêrdînê û Cizîrê ku hatî astengkirin ber bi Amedê ve bi stran, dîlan û dirûşman dest bi meşê kirin. 

Gelê Amedê li gel astengkirina polîsên Tirk jî li hev civiyan û peyama xwe ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin. Gel jî li gelek noqteyên cuda yên bajar kom bû û bertekên xwe nîşan da. Siyasetmedar û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku dihat payin di mitîngê de biaxivin, bi saya sekna bibiryar a gel li pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê ya Bajarê nû hatin gel hev. Bi hezaran kesên li vir kom bûyîn careke din gotin ku navnîşana aştiyê Îmrali ye. Yek ji kesên beşdarî mitîngê bûyî jî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bû. Mehmet Ocalan, sekna gel û peyamên mitîngê nirxand. 

Kampanya dereng mabû

 Ocalan, anî ziman ku zêdetirî salekê ye li qada navneteweyî  kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” pir xweş hate domandin. Ocalan, wiha got: “Ji bo vê kampanyayê pir dereng man. Divê hêj zûtir bihata destpêkirin. Heke zûtir bihata destpêkirin wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Serok Apo pir baştir bûbûya. Ev saleke kampanyayeke pir mezin tê meşandin. Xelkê me li her devera Ewropayê têdikoşe. Spasiya wan dikim.” 

Em ê encamên baş bi dest bixin

Bi domdarî Ocalan destnîşan kir ku kampanya dikeve sala duyemîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwazin kampanya bê domandin. Em têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Heke em vêya bikin, em ê bikarin di pêşerojê de encamên baş bi dest bixin.” 

Ocalan, da zanîn ku gel li Amedê peyameke pir baş daye û axaftina xwe wiha qedand: “Gel, peyameke pir baş da hikûmet, dewletê û hêzên ku Serokatî anîn vê derê... Tevî hemû bêderfetiyan jî hatin vê derê. Li gel ku rê hatibûn girtin jî ji Mêrdîn, Êlih, Xarpêt û hwd. hatin vê derê. Ez spasiya tevan dikim.  Serkeftin dê ya vî gelî be.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.