Ocalan xwedî kilîta çareseriyê ye

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 03:00

Hemwextî salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, 8 rêxistin, hêz û partiyên Amezîxî ji bo ramanên Rêber Abdullah Ocalan û doza Kurd bi gelê Amezîxî bidin nasandin, 19`ê Îlonê "Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan" ava kir. Nûnera Amezîxên Misirê ya rêxistina Kongreya Amezîxan a Cîhanê û koordînatora Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo Serbestberdana Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan El Huriye-El En, Emenî El Wişahî têkildarî însiyatîfê û armancên wê, axivî û got: "Însiyatîf, ji bo piştgiriya tevgera Kurd ji gelek çalakgerên tevgera Amezîxî hate avakirin. Li ser bingeha baweriya me bi mafên mirovan û girîngiya doza Kurd, me ev însiyatîf ragihand."

Emenî destnîşan kir ku armanca sereke ya însiyatîfê, doza Kurd û doza Rêber Abdullah Ocalan bi gelê Amezîxî bidin nasandin û got:"Piraniya Amezîxiyan bi dozên xwe ve mijûl in. Pir zêde bi dozên din mijûl nabin. Koordîne û têkilî bi însiyatîfên wisa re jî hindik e. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê lîderekî siyasî yan leşkerî ye, fîlozofek e û xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tev de çareser dibin. Ji bo çareserkirina aloziyên taîfî yên ku Rojhilata Navîn parçe kirine, çareseriyeke siyasî daniye. Ji ber wê û di vê wextê de me însiyatîf ragihand. Dibêjin gelê Kurd û gelê Amezîxî cêwî ne. Rast e, erdnîgariya me ji hev dûr e û tu carî hev du nedîtine, lê gelek dozên me dişibin hev. Lê piştgiriya gelên xwedî dozên dişibin hev, pêşkêşkirina van dozan li ser asta navneteweyî xurttir dike û girîngiyeke hiqûqî dide wan. Ji ber wê, divê bi lez çareserî jê re were dîtin. Lewma her tim gelê Amezîxî piştgiriya dozên hiqûqî yên dişibin doza xwe, dikin. Em piştgiriya her kesî jî qebûl dikin. Ji ber ku xebata hiqûqî, xebateke hevpar e."

Li gorî bernameya însiyatîfê, li ser asta çandî, çapemenî, hiqûqî û hunerî wê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û doza Kurd li welêt, li dewletên Amezîxî lê hene bide nasandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.