Jinan pêşengiya çalakiyan kirin

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 03:10

Bi hezaran Kurd û dostên wan ên li ser banga TJK-E’yê û bi pêşengiya meclîs û yekîtiya jinan li hev civiyan, pergala qirkirin û tecrîda Îmraliyê protesto kirin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan qîriyan.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan ên li ser banga federasyona FCDK-KAWA li qada Alte Oper li hev civiyan, li dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Çalakvanan ji kolana herî qelebalix a bajêr heta qada Wilhemsplatzê meşiyan.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, ji ber salvera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tevlîbûna sedan kesan meş hat lidarxistin.

STUTTGART

Li bajarê Stutrgartê jî komploya navneweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî beşdarî çalakiyê bûn û nerazîbûna xwe nîşanî tecrîdê dan. Beşdaran bangawaziya dawîlêanîna êşkence û bêhiqûqiyê kirin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbruckenê bi pêşengiya TJK-E Saarland û Meclîsa Gel ve meş hat lidarxistin. Di çalakiyê de Komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn.

KIEL

Tecrîda Îmraliyê û Komploya 9’ê Cotmehê li bajarê Kielê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê aktivîstên Defend Kurdistan, Jiyana Jîn û Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ve li Hauptbahnhofê Kielê destpê kir. Meş li pêşiya Kirche St Nikolai ya li Alter Mark ku cihê herî qelebalix ê bajêr e bi dawî bû.

DRESDEN

Jin bi bangawaziya TJK-E'yê li bajarê Elmanyayê Dresdenê hatin ba hev û di çarçoveya kampanyaya "Tîrêjên Rojê" de mitîngek li dar xistin. Mitîng ji aliyê Meclîsa Mala Jinan a Dresdenê ve di saet 14.00'an de li pêşiya Altmarkt-Galerie hat lidarxistin.

ERFURT

Li bajarê Erfurtê jî bi boneya protestokirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û zextên li dijî têkoşîna azadiyê meş û mitîngek hat lidarxistin. Çalakî bi organîzekirina komên wekî Gemeinsam Kämpfen Jena, Women Defend Rojava Jena û Internationalistische Jugendkommune Weimar di çarçoveya kampanyaya "Tîrêjên Rojê" de pêk hat. 

PARÎS

Di çarçoveya pêngava azadiyê de bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) li paytexta Fransa Parîsê meş hat lidarxistin. Meşa ku li Qada Republiqê destpê kir, li Parka Stalîngradê veguherî mîtîngê. Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan axaftinek kir û banga beşdarbûna 'Konsera Piştevaniya bi Rêber Apo re' ya ku wê di 19'ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin, kir. Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya jî bi hezaran kes bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan Komploya 9’ê Cotmehê bi meşekî girseyî protesto kirin. Meş bi al û pankartan re destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” hatin berzkirin û xwepêşandaran flamayên ku têkoşîna azadiya gelê Kurd sembolîze dikin hilgirtin.

NANTES

Li bajarê Nantesê jî Meşa ku li Palce de Commercê destpê kir, li Place de Royalê dawî bû. Piştî meşê li ser navê CDK-N’yê Zinar Kawa axivî û got:“Em ê heta ku Rêber Apo rizgar bibe meşa xwe bidomînin.” Hevseroka CDK-N’yê Gulasor bi Fransî daxuyanî da û bang li hemû dostên Fransî kir ku li dijî Komploya 9’ê Cotmehê piştgiri yê bidin Kurdan.

BASEL

Li bajarê Baselê jî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan li Parka Dîe Welt hatin ba hev. Meşvan li qada Clara rawestiyan û bi dengê Rêber Abdullah Ocalan ên der barê avakirina aştiya mayînde ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn li gel dan guhdarkirin. Gel di bin barana zêde de meşa xwe berdewam kir û gihîşt Qada Dreînrose.  

OSLO

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Norwec Osloyê hat şermezarkirin. Çalakî ji aliyê NCDK-OSLO’yê ve hat lidarxistin û gelek Kurd û dostên wan ên ji Oslo û bajarên derdor tevlî bûn. 

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, li ser banga TJK-E’yê di çarçoveya “Tirêjên Rojê” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara a Stockholmê ve li qada Norra Bantorget bi meşê destpê kir. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û li parka Normalmstorgetê mitîng hate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.