Hêzên Parastinê Gel li dagirkeran dan

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 02:55

Hêzên Parastina Gel li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê li dagirkeran dan. Di encama derbên gerîla de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin û her wiha droneyeke hate şikandin. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê her wiha ragihand ku dagirkeriya Tirk êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî didomîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê  ya derheqê çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

12'ê Cotmehê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkrean hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Cotmehê saet di 18:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 mayinên dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin îmhakirin.

13'ê Cotmehê saet di 22:44'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li kepçeyeke zirxî hate xistin.

Li Herêma Xakurkê

14'ê Cotmehê saet di 07:30'î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, kamerayeke mobesse hate îmhakirin.

Li Herêma Metînayê

10'ê Cotmehê saet di 21:20'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên ferdî li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Garê

13'ê Cotmehê saet di 11:00 de li qada Spîndarê droneyeke bi tîpa Mînî Bayraktar a dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

11'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê bi droneyên bomberbarkirî hatin bombekirin.

12'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10, 12 û 13'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10, 11, 12 û 13'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Kendekola, Xinêreya Jor, Berbizinê 7 caran, li Herêma Garê qadên Şiyê, Girê Zengil, Deriyê Hirçê, Rêbînê, Deşta Kafya, Dola Mêranê, Sêdarê, Sîser, Dêreşê, Spîndarê 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bahar 5 caran, li Herêma Qendîlê qada Bêpalan 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê û Bêşîlî 5 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10, 12 û 13'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 13 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna 21 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 15 caran; bi giştî 49 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.