Konferansa Ocalan a li Lefkoşa

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 03:05

Li Qibrisê bi dirûşmeya 'Di bin siya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de Qibris û Kurdistan' û 'Polîtîkaya faşîzma Tirk a li Îmraliyê û bêdengiya Ewropayê' konferansek hate lidarxistin.

Konferans li paytext Lefkoşayê pêk hat û gelek parêzer, parlamenter, nivîskar, rojnamevan û aktîvîst jî li gel gelê Qibrisê beşdar bûn. Navenda Çanda Kurd a Teofilosê û Yekîtiya Parêzerên Demokratîk a Qibrisê pêşengî ji konferansê re kirin û axaftina destpêkê ji aliyê parêzer Efstatios Efstatio ve hate kirin û got:"Yekane rêya bidawîkirina faşîzm û dagirkeriya Tirk, berxwedana hevpar e" û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya pirsgirêka Qibrisê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan di nav hev de ne. Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat jî anî ziman ku bi vê konferansê de tevneke xurt a têkoşînê hatiye afirandin û got:"Ez bawer dikim ku em bi hev re dikarin dîwarên Îmraliyê hilweşînin."

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê, pisporê jeopolîtîk ê enternasyonalîst Christov Iakaouvu û Alekos Mihalides axivîn.

Gerîla jiyan da gelê Kurd

Mihalides qala berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê yên Kurd kir û got:"Gerîla jiyan da gelê Kurd û bi şoreşa Rojava re bû çavkaniya sûdwergirtinê ji cîhanê re."

Mihalides anî ziman ku Abdullah Ocalan lîdereke ku dikare hevkariyê li aştiya tevahiya herêmê bike û got:"Daxwaza berdana Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke mirovî ye, beriya her tiştî daxwazeke siyasî ye û ne tenê ji bo gelê Kurd e."

Mihalides ragihand ku ew heyranê gelê Kurd e ku ji bo dîrok, milet, ziman, nasname û hişmendiya xwe ya kolektîf canê xwe feda dikin û got:"Heta ku faşîzma Tirk bi temamî têk nebin em ê nesekinin."

Paradîgma ne xeyal e

Rojnamevan-nivîskar Sefkan Kobanê jî got:"Di paradîgmaya Rêber Ocalan de yekperestî, neteweperestî, nijadperestî nîne. Rêber Apo ji ber ku xeta netewe dewletê qebûl nake heta niha di nava tecrîdeke giran de ye. Eger Rêber Apo feraseta hêzên modernîteya kapîtalîst pejirandibûya wê îro ne tecrîdkirî bûya." Di dewama axaftina xwe de Sefkan Kobanê diyar kir ku paradîgma û îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan xeyal nîne û nîşaneya herî mezin û mînaka vê Şoreşa Rojava ye.

Christov Iakaouvu jî ragihand ku bi lîderiya Erdogan hewl tê dayin ku rêxistiniyeke hegemon bê avakirin û got:"Tirk ji azadiya Kurdan ditirsin. Eger Tirkiye helwesteke lihevikirinê nîşan bide, yekane muxatabê vê pêvajoyê yê sereke divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be." Beriya destpêkirina beşa duyemîn a konferansê dîmenekî bi Yewnanî yê li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Ti hevdîtin tine ne!

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî bi rêya dîmen tevlî konferansê bû û got:"Hinek hene ku bawer dikin, dewleta Tirk bi Birêz Ocalan re hevdîtinek kiriye. Lê belê ez dixwazim ji vê derê bibêjim. Tiştekî bi vî rengî nîne. Eger hebûya weke parêzerên wî em ê niha li gel wî bûna."

Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Parlamenterê Serbixwe yê Qibrisê û di heman demê de parêzer Costis Efstatio jî bêdengiya Ewropayê ya li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Îmraliyê rexne kir. Herî dawî parêzer Dinos Paspalides axivî û destnîşan kir ku divê li qada navneteweyî piştgirî ji têkoşîna Kurdan re bê dayin.

ANF/LEFKOŞA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.