Li Spanya û Katalonyayê rojên Ocalan

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 03:10

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku di asta navneteweyî de tê lidarxistin, li welatê Katalonyayê rêxistinên civakî yên sivîl hin çalakî lidar xistin. Li herêma xweser a Murcia ya Spanyayê 'Komîteya Jin Rojava Diparêzin' di çarçoveya pêngavê de çalakiyeke balkêş hate lidarxistin. Li bajarê Murciayê şêniyên bajêr li her qada jiyanê afîşên bi wêneyê 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' hildan û wêne kişandin. Ji ciwanan heta bi extiyar, karker û dikandaran gelek kesan wêne kişandin û albûmeke ji wêneyan amade kirin. Jinan piştre ev albûma wêneyan a ji dehan kesan li medya dîjîtal bi îmzeya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' parve kirin. Şaxê La Rioja ya Konfederasyona Karkerên Giştî (CGT) jî têkildarî pêngava navneteweyî daxuyaniyek da. Sekretera Giştî ya CGT La Rioja Olga Belenguer de Echave anî ziman ku ew piştgiriyê didin kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Olga Echave qala tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan kir û got:"Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareseriyeke aştiyane û wekhev a polîtîk." Rêxistina Ciwanan a Katalonyayê ARRAN jî piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê eşkere kir û helwesta saziyên navneteweyî şermezar kir ku li hemberî tecrîdê bêdeng in. Rêxistina Ciwanan bi bîr xist ku Abdullah Ocalan beriya 25 salan bi komployeke navneteweyî hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin û diyar kir ku di nava vê demê de tecrîd li Ocalan hate ferzkirin û nêzî 5 sal in di nava 'tecrîda mutleq' de tê hiştin. Rêxistina Ciwanan ARRAN di serî de NATO, Spanya û Fransa hemû hêz û dewletên ku li hemberî tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng in, şermezar kir û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.

Senator û wekîlên Baskê: Free Ocalan!

Parlamenterên Partiya Çep a Serxwebûnê Eh Bildu ku yek ji partiyên girîng ên siyasî yên welatê Baskê ye, bi dîmen tevlî pêngava navneteweyî bûn. Parlamenterê EH Bildu Igor Zulaika bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û got:"Ev rewş li dijî mafên mirovan e. Dixwazim ji vê derê peyama xwe ya piştevaniyê ji wî re ragihînim, ji ber ku ew qasidekî aştiyê ye. Weke partiyeke polîtîk em dixwazin ragihînin ku bi Ocalan û têkoşîna wî re ne. Û ew bi tenê nîne. Azadiya Abdullah Ocalan wê çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bîne. Ji ber têkoşîna we gelekî spasiya we dikim. Piştevaniya me wê dewam bike. Di serî de Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî hemû azad bibin. Em dibêjin, Azadî ji Ocalan re."

Yek ji aktorên girîng ên siyasî yên El Bildu parlamenter Oihana Etxebarrieta Legrand jî li ser medya dîjîtal peyamek weşand û got:"Weke EH Bildu em careke din dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Li gel gelê Kurd em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em bi we re ne. Azadî ji Ocalan re."

Senatorê Baskî Gorka Elejabarrieta Diaz ê li Senatoya Spanyayê jî peyamek weşand. Gorka Diaz ku ji Partiya Bildu ye weke berdevkê partiya xwe li senatoyê pêşnûmepirsek pêşkêşî komîteya têkiliyên derve kir û ji hikumeta Spanyayê xwest, ku li hemberî vê neheqiyê helwestê nîşan bide û got:"Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê hikum da ku darizandin ne bêalî bû. Ji ber van hemûyan weke EH Bildu em careke din radigihînin ku bi Abdullah Ocalan û gelê Kurd re ne. Hem ji ber sedemên mirovî hem jî ji ber tevkariya li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan." Senator Diaz peyama xwe bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re û Bijî Kurdistan" bi dawî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.