Li her derê dengê,’’Ji Ocalan re azadî’’

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 02:55

  • Li gel her cure zext û zordarî, qedexe û astengkirinê jî gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a Tirkiyê ji bo tevlî Mîtînga Azadiyê ya li Meydana Stesyonê ya Amedê bibe bi re ket. Li deverên ku gel hatî astengkirin gel cureyên nû yên berxwedanê yên weke çalakiya rûniştinê, meş li dar xistin û cihê lê kirin Mîtînga Azadiyê û nîşan dan ku ew ê nema tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl bikin û ew êdî dixwazin Ocalan bi rengekî azad li nav xwe bibînin.

Ji bo şikandina pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd hatiye danîn û bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan  bi rojan bû ku haziriya Mîtînga Azadiyê ya li Amedê ya 13’ê Cotmehê dihate kirin.  Li gel qedexeya Walîtiya mêtinger a Amedê ya derheqê Mîtînga Azadiyê jî heta roja dawî jî di serî de li Amedê, li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê xebatên haziriyê yên ji bo tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê dom kirin. 

Di xebatên haziriya Mîtîngê de gel anî ziman bêhiqûqiya ku li Îmraliyê li ser Ocalan ku bi rengê tecrîdê dest pê kiriye çawa bi pêvajoyê re bûye bêhiqûqiyeke giştî û tecrîd di serî de li hemû girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê, her wiha li derî girtîgehan çawa ku li ser hemû qadên jiyanê yê civakê hatiye berbelavkirin û bûye rejîma rêveberiyê ya faşîzma AKP-MHP’ê û anî ser zimên ku demildest divê dawî li vê rejîma tecrîda were anîn û Ocalan bibe xwedî şertên jiyana azad, ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi  rê û rêbazên demoratîk û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê. Dewleta Tirk ku dît heke pêşî li tevlêbûna li Mîtînga Azadiyê negirin wê bi sed hezaran kes bi yek dengî ji Ocalan re azadî bixwazin, kete nav lêgerîn û hewldana ku ew çawa dikarin tevlêbûna li mîtîngê kêm bikin û dest bi astengkirina gel kirin ku xwestin ji bajarên din bêne mîtîngê. Bi vê çarçoweyê, bi biryareke navendî ya ku ji Enqerê hatî standin li gelek bajaran hatine gel a ber bi Amedê ve hate astengkirin. Girseya ku ji Edenê hat ji alî polîsên Tirk ve hate astengkirin. Girseyê bi dirûşmên “Zext nikarin me bêzar bikin” û “Em natirsin, diçin Amedê” polîs protesto kirin. 

Tecrîda li ser hemû qadên jiyanê ye

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xwedîderketina li mitînga azadiyê, xwedîderketina li aştî û azaiyê ye. Xwedîderketina li îradeya çareseriya demokratîk e. Tecrîda li ser birêz Ocalan bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe wê her tim  gef li ser nirxên demokratîk û azadiyan hebin. Lewma em ê di mitînga azadiyê banga aştî, edalet, demokrasî, azadî û pêkvejiyanê bikin.’’ Piştî daxuyaniya ku hatî dayin demeke dirêj girseyê çalakiya rûniştinê kir.

Aştî tenê bi azadiya Ocalan dibe

Her wiha li Mêrsînê jî girseya ku dixwest tevlî Mîtînga Azadiyê bibe hate astengkirin. Welatiyên ku ji taxên cuda yên bajar xwestin bi otobûsan ber bi Amedê ve bikevin rê, ji hêla polîsên Tirk ve hatin sekinandin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Li ser astengkirinê, welatiyan li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiypê ya Akdenîzê çalakiya rûniştinê li dar xist. Hevserokê Bajar Reşat Aşan got ku ji bo rakirina tecrîdê ew dixwazin biçin Amedê. Aşan, anî ziman aştî tenê bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e û diyar kir ku israrkirina di tecrîdê de, israrkirina di şer de ye.

Her der Amed, her der berxwedan

Her wiha gel ji Çanakkale û Balikesîrê jî bi rê ketin, ji bo ku tevlî Mîtînga Azadiyê bibin. Welatiyên ku di ketina navçeya Karacabeya Bûrsayê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakgeran ev astengkirina polîsan şermezar kirin û gotin heta dawî li astengiyan were ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Gel ê
ku dest bi çalakiya rûniştinê kir bênavber dirûşmeyên "Her der Amed e, her der berxwedan e" berz kirin

Li Geverê çalakiya rûniştinê
Ji navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek kes bi wesayîtên taybet ber bi Amedê ve bi rê ketin. Bi sedan polîsên Tirk
bi wesayitên zirxî hemû rêyên ber bi avahiya DEM Partiya Geverê li trafîkê hatin girtin. Gel û endamên partiyê li dijî astengiya polîsan daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Beriya daxuyaniyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê tevî hemû astengiyan li avahiya partiyê hatin ba hev û bi tilîlî û dirûşmeyên ”Bijî berxwedana zindanan” û "Jin jiyan azadî" berz kirin.

Daxwaza me rakirina tecrîdê ye
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez diyar kir xwestin bi daxwaza azadiyê ya hemû girtiyên siyasî û gelên Rojhilata Navîn bikevin rê, rastî astengiyên polîsan hatin û got, “Ji kengî ve daxwaza aştiyê hatiye qedexekirin? Tevî hemû astengiyan em û gelê xwe em ê li Amedê bin. Tişta ku em li vir û li Amedê dikarin bêjin rakirina tecrîdê û vekirina rêyên aştiyê ye.”

Em ê siberojê azad bikin
Gelek kesên ku li Parka Kûrtûlûşê ya Enqereyê kom bûn, dema ji bo mîtînga Amedê derketin rê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Girseya ku hat astengkirin daxuyaniya çapemeniyê da û çalakiya rûniştinê pêk anî. 

Berdevka Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Nebahat Çalpan di daxuyaniyê de wiha got: “Em endamên DEM Partiyê li hemberî zext û zordariya li vê erdnîgariyê serî natewînin. Mîtînga ku em ê sibê li dijî şer, tecrîd û asîmîlasyonê pêk bînin, bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin. Li hemberî van polîtîkayên şerê taybet em vîna xwe diparêzin. Em qebûl nakin ku siberoja me ya azad bi vî awayî were astengkirin." 

Ji bo azadiya Ocalan…
Hevserokê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan jî got,’’
Li dijî tecrîda li ser birêz Ocalan, li dijî zextên li ser jin û zarokan me xwest em derkevin û bêjin aştî.
Girseya gel bi dirûşmeyên “Ji tecrîd re na, aştî niha” û “Bijî berxwedana zindanan” çalakiya rûniştinê pêk anîn. Her wiha li Dersim, Şirnex, Riha, Wan, Amed, Dîlokê jî polîsên Tirk heqê hiqûqî ya gel a ’azadiya geşt û geryanê’ binpê kirin  û bi rengekî nebinavkirî dest bi gavên ‘Rêveberiya Jidiyayî’ kirin.

Gel her dever kire Mîtînga Azadiyê

Gel, her meydana ku lê hate astengkirin, kire weke medyana Stesyonê ya Amedê û Mîtînga Azadiyê li dar xist û ji Ocalan re azadî xwest. Gel bi vê sekna xwe nîşan da ku ew ê tecrîda li ser Rêber Ocalan nema qebûl bikin û ew êdî dixwazin Ocalan bi rengekî azad li nav xwe bibînin.

Mêrdînî ber bi Amedê ve meşiyan

Bi vê çarçoweyê gel dijî astengiyên dewleta Tirk cureyên berxwedanê li dar dixe. Girseya ku ji Mêrdînê bir ê ketî piştî ku hate astengkirin ber bi Amedê dest bi meşê kir. Beriya meşê gel li ber stranên şoreşgerî govend gerand, lîland û ber bi Amedê kete rê.

Li Wanê Mîtînga Azadiyê

Her wiha li Wanê jî girseya ku hatî astengkirin li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev û Mîtînga Azadiyê li dar xistin. Girseya ku parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên Kurdî yên jinan bal kişand. Girseyê li dijî astengkirina polîsan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Welatiyan, di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”.

Şirnex jî ber bi Amedê ve meşiya

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin. 

Em biryara we nasnakin

Li Êlihê jî polîsên Tirk hewl dan ku gel asteng bikin da ku neçin Amedê. Gelê Êlihê jî  ev astengkirina polîsan nasnekirin.Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê li vir axivî, diyar kir ku destûra welatiyên ku dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li dijî tecrîdê derkevin nayê dayîn û wiha got: “Li vir bêhiqûqiyek heye. Biryara ku Walitiya Amedê wergirtiye ji bo Êlihê ne derbasdar e. Mafê me yê gerê tê astengkirin. Ji bo ku bêhiqûqî heye polîs nikarin li vir biryarê nîşan bidin.”

Amedê qedexe nasnekir

Li gel her cure zext û zordarî û astengiyên polîsên Tirk jî li Amedê bi hezaran kes ji bo tevlî Mîtînga Azadiyê bibe li Semta Ofîsê û Cadeya Goçmenlerê hate cem hev. Li Amedê bi rengekî nebinavkirî weke ku ‘Rêveberiya Jidiyayî’ hatibe ragihandin hemû kuçe û kolanên ku ber bi Meydana Stesyonê ve diçûn bi wesayitên zirxî hatin girtin. Lê tevî vê jî Amedî  li gelek noqteyên bajêr kom dibin. Parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de gelek kes li ser Cadeya Goçmenlerê ya li Taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê hatin gel hev û ber Stesyonê ve meşiya. Polîsan hewl dan meşê asteng bikin. Hinek welatiyên di meşê de cih digirin bi gotina “Hûn çi bikin jî ev gel wê bimeşe. Hûn nikarin pêşî lê bigirin.” 

Girseya ku hatî sekinandin strana,’’Li ber xwe bide Amedê, li ber xwe bide’’,’’Berxwedana jiyan e’’ strand û dijî terora Tirk biryardariya xwe nîşan da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.