Lîsteya bihayê piçûkxistinê ya Erdogan

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 19 Çile 2023 - 01:50

  • Rojnameya Fînlandî Iltalehti karîkatûrekî ecêb ê Erdogan weşand. Ev karîkatûr li ber avahiya şaredariyê ya Stockholmê jî hat li ba kirin. 

Rojnameya Swêdî Flamman doza karîkatûrên serokkomarê Tirk Erdogan rexne bikin kiribû. Wê weke pêşbirkekê ev daxwaz kiribû û gotibû ew ê hezar Euroyî bide karîkatûra serketî. Li ser vê çapemeniya ser bi hikûmeta Tirk nerazîbûn nîşan dabû. 

Niha rojnameya Fînlandî Iltalehti karîkatûrekî ecêb ê Erdogan weşand. Ev karîkatûr li ber avahiya şaredariyê ya Stockholmê jî hat li ba kirin. Ji ber ku dewleta Tirk zexteke mezin li hikûmetên Swêd û Fînlandiyayê kir di warê endametiya NATO´yê de, herî dawî rayedarên her du welatan gotibû, ew nikarin şertên dewleta Tirk bi cih bînin.

Weşangerê berpirs ê rojnameya Fînlandî, ji bo weşandina karîkatûrî dibêje, me xwest nîşan bidin ku azadiya xweîfadekirinê divê bê parastin. 

Di karîkatûra di Iltalehti de karîkatûrîst Ville Ranta bûka ku temsîla Edogan bû û li ber şaredariya Stockholmê hatibû daliqandin xêz kiriye û ew Erdogan dibêje, Ka 130 terorîstan. Erdoganê tazî û bi hêrs xêzkirî jî doza “200 terorîstan” dike, yê ku weke kûçik hatiye xêzkirin jî doza “500 terorîstan” dike. Li ser van her sê xêzkirina jî nîvîsa, “Lîsteya buhayên piçûkxistinê ya Erdogan” dinivîse. 

Li ser hesabê xwe yê twitterê karîkatûrîst Ville Ranta bi henekî behsa pêşbirka karîkatûran a li Swêdê dike û dinivîse: “Min bihîst pêşbirk heye û min hez dikir beşdar bibim, lê ez dibêjim, wexta min nîne. Ez niha mijûl im bi xêzkirina Erdogan ji bo [rojnameya] Iltalehti”.

Gelo siyasetvan û rayedarên her du dewletên Skandînavî jî wê weke çapemeniya xwe wêrek bin, em ê bibînin.      

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.