• Dengbêjê ciwan Ersîn 15 salî ye, ev 5 sal in dengbêjiyê dike û 15 kilaman jî jiber dizane. Ew dibêje, heta sax e, ew ê kelepora Kurdî biparêze.

HAKAN YALÇIN / MA/ÎDIR

Li Taxa Ozgurlukê ya Îdirê, Ersîn Adiyaman ê 15 salî, bi dengê xwe yek ji dengbêjên herî berbiçav e. Adiyaman, di Newroza Îdirê de derket ser dikê û bi kilamên xwe bala her kesî kişand ser xwe. Adiyaman, havînan tevî malbata xwe berê xwe dide Zozanên Xanê û heta dawiya havînê şivantiyê dike. Adiyaman dibêje, rojê herî kêm 3 saetan distrê û armanca wî ew e ku dengbêjiyê bidomîne. Ersîn dibêje, wî daye ser rêya dengbêjên wekî Şakiro, Zahiro, Nûriyê Qerekose û gelekên din û heta sax be, ew ê xwedî li kelepora Kurdî derkeve. 
 
15 kilaman jiber dizane

Dengbêj Ersîn, ji zarokatiya xwe ve bala xwe daye ser kilaman û 15 kilaman ji ber dizane. Dengbêj Ersîn dibêje, "Min ji ber rewşa aborî nikarîbû bixwînim. Ji bo alîkariyê malbata xwe bikim, havînan şivantiyê dikim. Mirov pirr dengê min diecibînin û ji ber zimanê min Kurdî ye, min jî biryar da ku kilaman bibêjim. Min ji 10 saliya xwe ve şivantî dikir. Bavê min telefonek ji min re kirrî. Min jî di telefonê de gotinên kilaman ji ber kirin û paşê min ew gotin. Gava mirovan kilam ecibandin vê carê ez li ser Şakiro hûr bûm û ez hînî tiştên cuda bûm. Ji bo xwe bi pêş ve bixim û tiştekî li çanda Kurdî zêde bikim, min gelek kilam jiber kirin." 

‘Ez dev jê bernadim’

Dengbêjê piçûk dibêje, ew pirr ji zimanê xwe hez dike û lewma her tim dixwaze zimanê xwe û çanda dengbêjiyê hîn bibe. Dengbêj Ersîn destnîşan kir ku divê civak xwedî li kelepora dengbêjiyê derkeve û got, "Derfet kêm bin jî ez ê dev jê bernedim. Ez dixwazim gelek kilamên din jî ji ber bikim. Ez dixwazim bi vî awayî bersiva kesên dixwazin zimanê me qir bikin, bidim." 

Bavê Ersîn, Mûrat Adiyaman jî dibêje, kurê wî Ersîn pirr ji muzikê hez dike: "Kurê min pirr ji kilamên Kurdî hez dike. Bi taybetî jî kilamên rehmetî Şakiro. Em malbat kêfxweş in ku kurê min li gorî çanda xwe tevdigere. Em dixwazin di vî warî de ew xwe bi pêş ve bibe. Ersîn tim kilaman jiber dike. Li jiyana dengbêjan mêze dike û wan dişopîne. Wek xwişk û birayên xwe ne bi lîstikan, lê bi kilaman re mijûl e." 

‘Divê ev kelepor bidome’

Mûrat Adiyaman îşaret bi wê yekê dike ku kurê wî dixwaze di warê muzîkê de xwe bi pêş ve bibe, lê derfetên wan kêm in û wiha dipeyive: "Em havînan diçin zozanan, sewalvaniyê dikin. Zivistanan jî em tên navenda bajêr. Kurê min jî li zozanan şivantiyê dike. Her kes dengê wî diecibîne. Cîran û xizm êvaran tên cem me û dixwazin Ersîn bistrê. Em dixwazin, ew girseyeke mezintir re bibêje, lê rewşa me ya aborî ne baş e. Û li Îdirê cihekî ku biçê û xwe bi pêş ve bibe jî tine ye. Em dixwazin wisa dewam bike. Jixwe kilamên me tên jibîrkirin. Tenê ne kurê min, divê her kesa/ê bala wê/wî li ser kilaman, vê keleporê bidomîne."