Li xaniyekî pirrqat çîrokên sitemxwaran

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:18

Cemîle Şahîn hunermend û romannûseke Kurd a li Elmanyayê ye. Ew bi pêşangeh, vîdeo û filmên xwe gelek caran balê dibe ser Kurdan jî. Romana wê ya duyem Alle Hunde Sterben (Kûçik hemû dimirin), sala 2020´an hatibû weşandin, lê hîna nû min ber xwe dît, bi rehetî bixwînim.

Roman navan hilnede jî behsa Bakurê Kurdistanê, rejîma dagirker a Tirk û çarenûsa çend mezlûm û sitemxwaran dike. Bi xwendinê re pêre pêre em pê dihisin ku esas çarenûsên van sitemxwaran elaqedarî hev in; yan li wê avahiya pirrqat elaqeya wan bi hev re heye, yan ji beirya wê.

Serpêhatî tijî êş û jan in û Cemîle Şahînê tercîh kiriye vegotina xwe weke vegotina şahidan yanî îafdeya şahidan binivîse. Ji ber wê gelek caran em dixwînin: Vê eynî wiha binivîse, ez wisa dibêjim; na na vê nenivîse.

Zimanekî li gorî romanên Elmanî yên adetî têra xwe besît hatiye tercîhkirin, lê ev min matmayî nahêle, lewma Cemîle Şahîn di berhemên xwe yên hunerî de yanî di înstalasyonan û pêşangehên din de jî rêbazeke ziman yan jî peyamên besît dide ber xwe.

Di instalasyona wê de ya heta vê havînê li Darmstadtê hat nîşandan, wê bal dibire ser mîlîtarîzma li Swîsreyê û têkiliyek di navbera Swîsre çekdarîbûn û Peymana Lozanê yanî parçekirin û bêstatukirina Kurdan a fermî. Û ew yek wiha dikir: Bi sloganên nivîskî yên besît, bi wêneyên mezin ên esas besît, bi xetên hişk û besît û bi vîdeoyeke dengê tê de yê Aqlê Çêkirî (Artificial Intelligence - AI).

Ji ber wê zimanê besît, diyar bû tercîheke nivîskarê bû. Jixwe ev zimanê besît, dike “heqîqeta” karekterên romanê jî yeksertir û xwerûtir bi xwîner xuya bibe. Qet nebe tesîra vî zimanî li ser min ev bû.

Roman eşkere bi hestekê mişt e. Ew hest jî ya sitemxwariyê ye. Mezlûmbûneke mutleq a karekteran û hîna karekterên îfadeyên xwe didin, bûyer diqewimin, diqewimin, û karekterên din ên vegotinê dîsa mezlûm in di van qewmînan de. Heta karekterê ku bi sîlehê li benda polêsekî ye da ku tola kurê xwe hilîne jî ji mezlûmên mutleq e.

Li hemberî mezlûmên mutleq, zalimê mutleq dewlet û hêzên dewletê ne. Vegotin li keviya şerî ye. Yanî li keviyê sekiniye. Gelek karekter yan yekser ji ber şerî mexdûr bûne yan jî di nava şerî de bûne, lê hem mekanê vegotinê û hem jî zemanê vegotinê, yê li keviyê ye. Esas, em şahidiyê li şahidiyên mezlûmên mutleq dikin ku êdî li keviya şerî ne, lê hîna jî li ber zalimê mutleq xwedî çarenûsên “Orwell”warî ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.