Li wargehê nexweşî zêde bûne

În 13 Çile 2023 - 02:38

Hevberdevkê Qada Tenduristiyê Husên Gozereşî derbarê rewşa tenduristiyê ya xelkê wargeha Maxmûrê ji ANF’ê re axivî.

Husên Gozereşî di destpêka axaftina xwe de, diyar kir ku piştî ambargoyê hatin û çûyîna Hewlêrê hat qedexekirin û got: “Di destpêka ambargoyê de hatin û çûyîna bajarên din jî zêde nebûn, ji ber ku astengî çêdikirin. Vê astengiyê bandor li ser tenduristiya gelê me kir. Av û erdîngariya wargehê jî bandorê li nexweşiyan dike û ev dibe sedem ku nexweşî li gor cihên din hê zêdetir bibin. 

 

Wargeh weke girtîgeha servekirî ye

Gozereşî di dewama axaftina xwe de îşaret bi nexweşiyên kronîk ên xelkê wargehê kir û got; ‘’Piştî ambargoyê wargeh bû mîna girtîgehek vekirî û vê yekê zêdetir bandor li nexweşiyan kir. Gelek nexweşên me ji ber rêgiriyê jiyana xwe ji dest dan, bi taybet zarok û jinên ducanî. Em nikarin bi awayekî zelal bibêjin evqas nexweşên kronîk hene yan nîne, ji ber ku car caran tê guhertin. Lê mirov dikare bibêje ku hejmareke zêde nexweşên kronîk hene.”

 

Nexweşiya penceşêrê zêde bûye

Husên Gozereşî destnîşan kir ku di milê xwe gihandina dermanan de rêgirî heye û got; “Di milê derman de em gelek zehmetiyê dibînin. Ji ber ku berê di milê Hewlêr de derman dihatin, lê niha nayê. Di milê Mûsilê de jî pirsgirêkan derdixin. Çend car serlêdanên fermî li hikûmeta Iraqê hate kirin, hin caran dibêjin em ê rê bidin, lê hê jî astengî hene. Di vê dawiyê de nexweşiya penceşêrê li gorî berê du qat zêdetir bûye. Bi taybetî li wargehê nexweşiyên weke tansiyon, şekir û krîza dil zêdetir rû dan. 

 

Berdêl giran in, lê îrade jî xurt e

Gozereşî anî ziman ku xet û felsefeya Rêber Apo û hêza ku ji şehîdên şoreşê girtine heta niha derfetan ji bo xwe ava dikin û got; “Di milekî de raste berdelên pir giran tên dayîn, lê ew yek dihêle ku roj bi roj vîna me bihêztir bibe û em xurttir bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.