Festîvala Filman a Venedîkê yek ji festîvalên herî girîng ên cîhanê ye û îsal cara 80’yî li Îtalyayê hate lidarxistin.
Filmê bi navê “Poor Things (Tiştên pûç)” yê derhênerê Yewnanî Yorgos Lanthîmos ku aktrîsta navdar Emma Stone tê de cih digirt, xelata herî bi prestîj “Şêrê Zêrîn” wergirt. Her wiha aktrîst Emmo Stone jî “Xelata aktrîsta herî baş” wergirt.
Di dema festîvalê de rexnegirên sînemayê li ser filmê “Poor Things” axivîbûn û derbarê filmî de rexneyên baş hatibûn nivîsandin.
Filmê Ryusuke Hamaguchi yê “Evil Does Not Exist (Necis nîne)” Xelata Jûriyê ya Mezin wergirt. Li hêla din Matteo Garrone di warê derhêneriyê de hate xelatkirin û wî jî xelata “Şêrê Zîvîn” wergirt. Agnieszka Holland jî bi filmê xwe “Green Border (Sînorê kesk)” Xelalata Taybet a Jurî wergirt. Filmê bi navê “El Conde” jî xelata Senaryoya herî serketî wergirt ku Guillermo Calderon û Pablo Larrain senaryoya filmî nivîsandibûn.
Festîvala Filman a Venedîkê ji 30’ê Tebaxê heta 9’ê Îlonê dewam kir û derhêner Damien Chazelle serokê juriya îsal bû.
VENEDÎK