- Li vê şikefta li Surdeşê Bangî Heq derçûye
Rojnameya siyasî û hefteyî Bangî Heq, organa fermî ya hikûmeta Şêx Mehmûd Berzencî bû. Hejmara wê ya yekê li Şikefta Secana ya li Surdeşê, di nava sînorên parêzgeha Silêmaniyê derketibû. Hejmara dawî jî heman salê, Nîsanê derket li heman şikeftê. Rojnameyê ji ber êrişên Ingîlîzan weşana xwe sekinand, lewma di encama êrişan de mekîneyên çapê ketibûn destê Ingilîzan. Ev wêne, şikefta Secana nîşan dide. Şikeft li çiyayê Sara ye, 50 kîlometroyan li rojavayê navenda Silêmaniyê. Gava mirov berê xwe bide Gola Dukanê, li herêma Surdeş e, hema li pişt gundê Kanî Xanê. Şikeft di heman demê de biryargeha Şêx Mehmûd Berzencî bû di dema şerê wî yê li dijî Ingilîzan de.
NAVENDA NÛÇEYAN