- Anadolu Quartet bi kemanê li awazên pirrzimanan dixe. Wê li hemameke dîrokî ya li Sûra Amedê konserek li dar xist û dengê stran û awazên pirrzimanî li wir olan da.
Anadolu Quartet bi kemanê li awazên pirrzimanan dixe. Wê li hemameke dîrokî ya li Sûra Amedê konserek li dar xist û dengê stran û awazên pirrzimanî li wir olan da.
Anadolu Quartet bi organizasyona Amîdartê li Hemama Deva ya dîrokî ya li Sûra Amedê qonser li dar xist. Gelek welatî beşdarî konserê bûn. Anadolu Quartet ku bi pirrzimanî li kemanê dide ango muzîkaliyê dike, muzîkhezan li ber dengê kemanê û stranên ku hatin gotin, kêfxweş kir. Ev grup bêhtir muzîkal e. Lê hunermend Mehtap Arslanargun vokaliyê ji grupê re kir û bi zimanên Kurdî, Tirkî, Ermenîkî, Sirbkî, Erebî, Makedonî û Lazî stran gotin.
Anadolu Quartet bêtir li ser terza muzîka Anatolê û Mezopotamyayê radiweste û awazên van her du herêman bi kemanê dijene.
Anadolu Quartet piştî Amedê, wê li Mêrdînê jî konserekê bide muzîkhezan.
MA/AMED