Li Stenbolê filmên jinan tên nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Adar 2024 - 00:13

Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamya ku li Stenbolê xebatên sînamyê bi rêv dibe dest bi nîşandana filman kir. Kolektîfê li ser hesabên xwe yên medyayê da zanîn ku ew ê meha Adarê li avahiya xwe sê filman nîşan bidin.

Kolektîfê ji bo 8’ê adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê sê filmên ku mijara wan jin in neqandiye û ew ê van filmên li jêr nîşan bide;

Dîwarên dê bene hilweşandin

Filmê yekem belgefilmeke bi navê "Yikilacak Duvarlar" (Dîwarên dê bêne hilweşandin) e. Belgefilm ji aliyê Hebûn Polat û Şerif Çiçek ve hatiye çêkirin. Belgefilm li ser siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk û Sibel Yigitalp (li sirgûnê ye) e. Dema ev belgefilm hat çêkirin Yuksekdag, Tugluk û Kişanak girtî bûn; Kişanak û Yuksekdag hê jî girtî ne. Belgefilmê ku têkoşîna van jinên siyasetmedar dide 2'yê adarê tê nîşandan. Amadekarên belgefîlmê jî wê di dema nîşandanê de hazir bin û paşê ligel temaşevanan sohbet bikin.

Where Do We Go Now?

Filmê derhêner Nadine Labaki "Where Do We Go Now?" (Niha ber bi ku ve?) li ser navê Lubnanê ji bo Oscarê hatibû şandin. Film li gundekî Lubnanê derbas dibe. Film 9'ê adarê derdikeve pêşberî temaşevanan.

Toz Bezi

Derhêner Ahû Ozturk ev film di sala 2015’an de çêkiriye. Film bi serpêhatiya du jinên karker dadikeve. Ev film jî ew ê 23’ê Adarê were nîşandan.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.