- Festîvala Documentarîst ku ew ê li Stenbolê cara 17’an were lidarxistin weke salên berê bernameyeke xurt hazir kiriye. Her wiha çend filmên ku behsa Kurdan dikin jî di bernameya festîvalê de hene.
CEMÎL OĞUZ / DIYARNAME
Rojên Belgefilman a Stenbolê Documentarist îsal cara 17’an di navbera 8-13'ê mehê de li dar dikeve. Di nav 5 rojan de ew ê ji dinyayê, Tirkiyê û Kurdistanê gelek belgefilm werin nîşandan.
Di festîvalê de beşa "3×3" heye ku di vê beşê de derhênerên navdar tîne Stenbolê. Di vê çarçoveyê de îsal derhêner Jean-Gabriel Pêriot, Hubert Sauper û Laila Pakalnina tên Stenbolê. Belgefilmên wan dê bêne nîşandayîn û her wiha ewê dersen sînemayê jî bidin. Festîvala Documentarîst her sal li ser navê “Johan van der Keuken” xelatekê jî dide çêkerên belgefilman. Johan van der Keuken ku di sala 2001’an de jiyana xwe ji dest da qederê 50 belgefilmî çêkiribû. Derhênerê Fransî Jean-Gabriel Pêriot jî bi belgefilmên xwe yên polîtîk tê zanîn û Hubert Sauper jî bi şêwaza “Cinema verite” belgefilmên polîtîk çêdike. Her wiha derhêner Laila Pakalnina jî weke çêkerê filmê “Menzereyên Ewrûpa” tê zanîn.
Di Documentaristê de beşên wekî "Johan van der Keuken-II", "Başka Dunya Yok", "Uluslararası Panorama", "Turkiye Panorama", "AnimaDoc" ku bi temamî 70 belgefilm dê bêne nîşandayîn. Îsal li 6 cihan belgefilm têne nîşandayîn, çalakiyên wekî forûm, dersên sînemayê têne li dar xistin. Navenda Çanda Fransiz, Metrohan, Aynali Geçit, Hope Alkazar, Muzeya Pera û Yapı Kredi Kultur Sanat ku hemû li Beyoglu ne ji bo Documentaristê mazûvanî dikin.
Belgefilmên ku behsa Kurdan dikin
Di Documentaristê de wekî her sal îsal jî hin belgefîlmên li ser kurdan û yên bi Kurdî jî hene. Di beşa Panoramaya Tirkiyeyê de 3 belgefîlmên li ser kurdan hene. Me ew hilbijartin.
Li Kurdistanê Şev û Mij
"Li Kurdistanê Şev û Mij" belgefilmê Şîlan Saadî ye. Derhêner, çîroka keçên Êzîdî ku ji Komkujiya Şengalê bi saxî xilas bûne lê pênc salan di kampan de mane derdixe pêş. Ew çîroka wan a xurt nîşan dide û pêre jî dîroka dewlemend a kurdan nîşan dide. Belgefilmê bi kurdî 85 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 9 pûşper, Yekşem, 16.00, Pera Muzesî
Stêrka li sînor
Li aliyê Mêrdînê, li ser sînor cihek bi navê "Dirbesiyê" bi encamê polîtîk-leşkerî dibe sedema guherînê. Xala girîng li vê derê sala 1993 ye û li ser pencereyên xaniyan nîşaneya stêrkê heye. Leşker bi sedema sembola siyasî ye bi ser malan de digire û wan jê dike.
Belgefilmê derhêner Bêrîvan Saruhan bi kurdî ye û 19 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 12 pûşper, Çarşem, 19.00, Aynali Geçit
Dargeçit
Belgefilmê "Dargeçit" (bi Kurdiya xwe Kerboran) çîroka di bin çavan de windakirina zarokan nişan dide. Ew zarokên biçûk di sala 1995'an de têne windakirin. Malbatên wan, parêzer û Komeleya Mafên mirovan dikevin dû şopa wan. Encax dikarin di sala 2015'an de dozê vekin, lê piştî gelek danişînan jî kes nayê cezakirin. Belgefilmê derhêner Berke Baş serpêhatiya vê têkoşînê tîne ber çavan. Belgefilmê bi kurdî û tirkî 82 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 8 pûşper, şemî, 15.00, Pera Muzesi
Xabûr
Xabûr navê çemê ye ku baskê herî dirêj ê Firatê ye. Belgefilm berê xwe dide ser lêkolîneke ku li ser newala Çemê Xabûrê tê kirin. Di vê lêkolînê de koleksiyona arkelojî ya ku li Tel Xelefê hatiye dîtin di sala 1930'yî de dibin Berlinê; belgefilm dikeve dû çîroka vê yekê. Belgefîlmê derhêner Nafis Fathollahzadeh bi kurdî ye û 30 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 11 pûşper, sêşem, 17.00, Aynali Geçit
12 pûşper, çarşem, 20.00 Metrohan
'Antolojiya (oto)sansurê
Di Documentaristê de belgefilmekî balkêş heye ku li ser sansur, otosanturê hatiye sazkirin. Belgefilmê bi navê "Gorunur Gorunmez: Bir (Oto)sansur Antolojisi" (Veşarî yan jî eşkere: Antolojiya (Oto)sansurek" ji aliyê Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyurt, Can Memiş, Sibil Çekmen, Nadir Sonmez, Serra Akcan û Belit Sag ve hatiye çêkirin.
Belgefilmên hatine hatine çêkirin lê temam nebûne, nivîsên li ser dîwarên girtîgehê, nameyên nehatine şanrin, daxwaznameya ku ji bo UNESCO'yê hatiye nivîsîn, wêneyê li pirtûkê çap nekirine… Ev û tiştên wisa mijarên vî belgefilmî ne. Bi vê yekê sansur an jî otosansura ku eşkere yan jî veşarî tê kirin derdikeve pêşberî temaşevanan.
Roj û cihê nîşandayînê: 13 pûşper, Pêncşem, 17.00, Aynali Geçit